Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê (ŞODER) biboneya 3'mîn salvegera qetilkirina Aydin Erdem hesab ji qatilên Erdem pirsîn.
ŞODER'ê biboneya 3'mîn salvegera qetilkirina Aydin Erdem li ber Fakulteya Îdarî û Îktîsadî ya Zanîngeha Şirnexê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de xwendekaran wêneyên Erdem hilgirtin û pankrata, "Bêdengî tevkariya mirinane, em çav li mirinan nagirin" hilgirtin.
Li ser navê xwendekaran Serokê Lijneya Rêveber ya ŞODER'ê Mesut Kestîş daxuyanî xwend û bertek nîşanî biryara dozger ya di doza Aydin Erdem de dayî, da û wiha got: "Qalikên guleyên cînayeta Erdem aydî polîsên Şaxa TEM'ê bûn û ligel qatil diyar bûn dîsa jî xwestin bûyerê veşêrin. Em dada kiryarên Erdem nedarizîne û xwendekarên ji bo Erdem bername li dar xistin, girtine şermezar dikin."
Kestîş xwest ku berpirsiyarên cînayeta Erdem bên girtin û bên cezakirin û wiha axivî: "Xwendekarên ji bo Erdem çalakî li dar xistin û di bin navê KCK'ê de hatin girtin demildest serbest bên berdan."
Piştî daxuyaniyê xwendekaran çalakiya rûniştinê li dar xist. Di çalakiyê de sloganên "Bijî biratiya gelan", "Bijî piştevaniya xwendekaran û "Rêheval Erdem nemire." hatin qêrîn.