KESK: Em li şûna girtîgehan azadiyê dixwazin

KESK: Em li şûna girtîgehan azadiyê dixwazin

Platforma Şaxan ya KESK'ê ya Amedê bertek nîşanî veguhestina avahiya TEKEL'ê ya ku bikin girtîgeh da û xwestin li şûna girtîgehan ava dikin, bila mafê azadiyê pêş bixin.

Platforma Şaxan ya KESK'ê ya Amedê bertek nîşanî veguhestina avahiya TEKEL'ê ya ku bikin girtîgeh da. Endam û rêveberên Şaxên girêdayî KESK'ê li ber avahiya TEKEL'ê daxuyanî dan û veguhestina TEKEL'ê şemezar kirin. Endamên KESK'ê di daxuyaniyê de bê navber dirûşmeyên "Em ne girtîgehan fabrika dixwazin", "Em kedkar û mafdarin em dê bi ser bikevin" berz kirin. Komê dowîzên "Li hemû bajaran fabrika li Amedê girtîgeh" rakirin.

Sekreterê Şaxa Tarim Orkam Senê Adil Tektekin daxuyanî da û diyar kir ku, hikûmeta AKP'ê dersê dernaxe û xwest AKP dest ji polîtikayên xwe yên girtîghan berde.

'EM LI ŞÛNA GIRTÎGEHAN EDALETÊ DIXWAZIN'

Tektekîn anî ziman ku, Serokwezîr Erdogan di mîtînga 3'ê Îlona 2011'an ya li Îstasyonê de mizgîniya girtîgehê dabû û ew dixwazin li şûna girtîgehan azadî û edalet pêş bixin.