KESK: Çalakiya gireva birçîbûnê qêrîna azadiyê ye

KESK: Çalakiya gireva birçîbûnê qêrîna azadiyê ye

Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê bal kişand ser çalakiya gireva birçîbûnê ya di 12'yê îlonê de hate destpêkirin û bertek nîşanî rayedarên hikûmetê yên li hemberî vê yekê bêdengin da.

Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê têkildarî çalakiya gireva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ve bi armanca ewlehî, azadî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bên û zextên li ser zimanê kurdî bi dawî bibin li ber AZC Plazayê daxuyanî da çapemeniyê.

Ligel KESK'iyan gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankrata "Em li hemberî mirinên di çalakiyên gireva birçîbûnê de pêk bên bêdeng namînin" hate vekirin û slogan avêtin. Berdevkê Demê yê KESK'ê yê Amedê û Serokê Şaxa TarIm Orkam-Sen'ê yê Amedê Ahmet Ayaz daxuyanî xwend û diyar kir ku, çalakiya gireva birçîbûnê êdî nokteya gotin bi dawîbûye. Ayaz anî ziman ku, çalakiya gireva birçîbûnê qêrîna azadiyê ye û divê tu kes li hemberî vê yekê bêdeng nemîne.

'BI VÊ YEKÊ HIKÛMET NE 2023'AN 2013'YAN JÎ NABÎNE'

Ayaz da zanîn ku, hikûmeta AKP'ê bi pêkanînên dike ji hikûmetê berê kambaxtire û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê jî weke hikûmetên berê rêbazên berê bikartîne û dixwaz wisa encamê bigire. Lê ev yekê ji bilî xitimîna pêvajoyê zêdetir tiştekî nake. Encama polîtîkayên neçareseriyê husrane. Heke hikûmet guhê xwe li daxwazên girtiyan bigire û bersivê nede ne sala 2023'an dê sala 2013'an jî nebîne."