Kesên ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin sivîl in

Kesên ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin sivîl in

Xizmên kesên ku ji aliyê komên çete ve hatine revandin ne razîbûnên xwe nîşan dan û xwestin mirovên wan serbest werin berdan. Her wiha diyar kirin ku kesên ku hatine revandin ji ber zehmetiyên jiyanê berê xwe dabûn Başûrê Kurdistanê.

Piştî şerê li Serêkaniyê, komên çekdar yên Artêşa Azad 3 wesayîtên ku 45 kesên sivîl têde bûn revandin. Komên çete kesên ku revandibûn ew wek endamên YPG'ê bi nav kirin.

Xizmên kesên ji aliyê komên çekdar ve hatibûn revandin dan zanîn, ku ji ber rewşa jiyanê ya zehmet mirovên wan berê xwe dabûn Başûrê Kurdistanê. Her wiha dan zanîn ku ti têkiliya kesên ku hatine revandin bi siyasetê re tine ye û ji komên çekdar xwestin mirovên wan serbest berdin.

Mihemed Wehîd diyar kir ku kesên ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin ti têkiliya wan bi siyasetê re tineye, ew li ser riya Başûrê Kurdistanê bûn.

Her wiha xizmê yek ji wanê hatî revandin Mistefa Qadir balkişand ser nûçeyên hin televizyona weşandiye û dibêjin ku kesên hatine revandin şervanên YPG'ê ne ne rast in. Qadir da zanîn ku di nava kesên hatine revandin de xalê wî û jinxala wî jî hene, ji bo debara xwe bikin berê xwe dabûn Başûrê Kurdistanê.