Kesên aştî û azadiyê dixwazin di HDP’ê de kom dibin

Namzetên HDP'ê yên Rihayê, Semsûr, Êlih, Mêrdîn, Sêrt, Meletî, Amed, Şirnex û Hatayê di çarçoveya amadekariyên hilbijartinê de xebatên xwe berdewam kirin.

Namzetên HDP'ê yên Rihayê, Semsûr, Êlih, Mêrdîn, Sêrt, Meletî, Amed, Şirnex û Hatayê di çarçoveya amadekariyên hilbijartinê de xebatên xwe berdewam kirin. Namzetê HDP'ê Rasîm Çakmak, xwest ji bo di 8'ê Hezîranê de bi rojek jiyana nû û demokrasiyê hişyar bibin dengê xwe bidin HDP'ê.

Namzetên HDP'ê bi nêzîkbûna hilbijartina giştî ya 7'ê Hezîranê re lez dan ger û xebaten xwe. Li Rihayê namzetê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemir, li navçeya Navendî ya Eyyubiyê bi muşahitên partiyê re hat cem hev. Baydemîr, di civinê de diyar kir ku di hilbijartinên 2007, 2011 û 2014'an de vîna gelê Rihayê hat dizîn û ji muşahîdan xwest roja hilbijartinê baş li sindoqan û dengê gel xwedî derkevin.

Namzetê HDP'ê yê Rihayê Ziya Çalişkan jî Liseya Fenê û Mehmet Guneş a Anadolu yên li Karakopruya Rihayê ziyaret kir. Çalsşkan, piştî ziyareta mamosteyan li gel namzeta Rihayê Leyla Guven çûn Odeya Pîşesazî û Esnafan ziyaret kirin. Namzetê HDP'ê yê Rihayê Rasim Çakmak jî çû navçeya Hewagê li gel endam û rêveberên HDP, DBP'e gund ziyaret kirin. Çakmak, di ziyareta gundan de ji welatiyan xwest ji bo di 8'ê Hezîranê de bi rojek jiyana nû û demokrasiyê hişyar bibin dengê xwe bidin HDP'ê.

Namzetên HDP'ê yê Semsûrê Ferhat Temel, Ayten Yilmaz, Yasin Tahta û Birsen Tunç jî navçe û gundên Semsûrê ziyaret kirin. Namzetê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim jî li esnafên taxa Eskisarayê ziyaret kir. Yildirim, pişte komeleya xwendekaran ziyaret kir û li daxwazên wan guhdar kir.

Li aliyê din wekîlê Koma AKP'ê û Namzetê Semsûrê yê AKP'ê Ahmet Aydin jî rastî bertekê welatî Şerif Karabag hat. Karabag got hûn dê çi bikin ji meaşê karkeran. Aydin ê AKP'î got: "Hêj çend roj berê me 100 TL da" Ji ber ku di vê kêliyê de kamera di qeydê de bûn, Aydın bertek nîşan da.

Namzeta HDP'ê ya Êlihê Saadet Beceriklî jî li gel reveberên HDP û DBP'ê eznafên li dora parka Kîne Em ziyaret kir.

Namzetê HDP'ê yê Êlihê Hasan Yagiz jî li gel Dayikên Aştiyê û rêveberên HDP-DBP'ê çûn Bajaroka Kaniya Henê ziyaret kirin. Heyet ji vir jî çûn gundên Camilî, Waremele, Şalure, Gazezuri, Tumo, Mecburkoy, Melkis, Dahlike, Baştirme, Golatawe, Mezre, Dere, Evye û Şelmo ziyaret kir. Heyetê di gerê de gora 11 gerîlayên PKK'ê yên hatine definkirin jî ziyaret kir.

Namzetê HDP'ê yê Êlihê Ali Atalan jî navçeya Kozlukê â gundên Gomika), Zengoviye, Bayike, Kevnaroza, Kelle, Dilşane, Hefike Jor, Gıresor, Ayromiye, Xincika, Gunde Çayê, Sphiye, Seyithefe, Daraguzin, Ererika Jor, Mererike Jêr, Gazetope û Hefıke Jêr ziyart kir.

Namzeta HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî li navçeya Sasonê esnafên navçeyê ziyaret kir.

Namzeta HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî li gel endam û rêveberên HDP, DBP'ê gundên Dêrîş, Kunzêrîb, Cirzê, Çilstûn, Şûtê, Qewsan ên girêdayî navçeya Stewrê ziyaret kir. Karwana HDP'ê li gelek cihan ji aliyê welatiyan ve hat rawestandin û govend gerandin.

Namzeta HDP'ê ya Mêrdînê Enise Guneylî jî nexweşxaneya Taybet a Artukluyê ziyaret kir. Guneyli piştî ziyareta nexweşxaneyê esnaf ziyaret kirin.

Li Sêrtê jî namzetê HDP'ê yê Sêrtê Îsmail Aydin, li gel endam û rêveberên HDP-DBP'ê esnafên Herêma Sanayê, Bazara Genim û Navenda Trafo ziyaret kir.

Namzeta HDP'ê ya Meletî Perihan Yucekaya û Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata li Meletiyê Konutên Onbinê ziyaret kirin. Yucelkaya û Ata li vir li jinan guhdar kirin û piştre çûn li taxa Mamurek û Zaviyê bi jinan re civîn pêk anîn.

Namzetên HDP'ê yên Amedê Feleknas Uca, Edip Berk jî esnafên Ekîncilerê ya Ofisê ziyaret kirin. Namzetên HDP'ê yên Amedê Nimetullah Erdogmuş û Nesrin Şanli jî bi reveberên DİAY-DER'ê re saziyên olî ziyaret kirin.

HDP'e li navçeya Dortyolê mîtîng pêk anî. Mîting li taxa Yeşilkoyê pêk hat û gelek namzet û rêveberên HDP'ê amade bûn.

Li qada mîtîngê posterên Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan û pankarta "Em ji bo jiyana nû azadiya xwe bi rêxistin bikin", "Em bi parastina cewherî li pêş qatilan di ber xwe bidin. vekirin û bê navber siloganên "Bijî Serok Apo" , "Şehîd namirin" , "Silav, silav ji Îmraliyê re hezar silav" hatin berzkirin.

Piştî mîtîngê girsê li gel namzetên HDP'ê govend gerandin û mîtîng bi govendê bi dawî bû.

ŞIRNEX

Li navçeya Elkê ya Şirnexê di çerçoveya xebatên hilbijartinên 7'ê Hezîranê de heyeta HDP'ê çû serdana welatiyên li gundên Barzan, Çeman û Zerbêlê dijîn. Welatiyan bi cilên neteweyî û nîşaneya serkeftinê heyeta HDP'ê pêşwazî kirin. Heyeta HDP'ê ya ji namzetê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, hevşaredarên Elkê Nurettin Ataman û Seyran Agran, hevserokên HDP'ê û DBP'ê pêk tên ji navenda Beyşebapê heta gundê Çemanê konvoy çêkirin. Piştî heyet ji hêla welatiyên Çemanê ve hat pêşwazî kirin û heta ji wir derbasî gundê Barzanê bûn. Girseyê bi berz kirina dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Kobanê" heyeta HDP'ê pêşwazî kirin. Jinên cilên kiras, fistan û tirgal li xwe kirin diyar kirin ku ew bi hatina HDP'ê gelek keyf xweş bûne.

Li vir namzetê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu destnîşan kir ku ew dizanîn ku hemû gelê Elkê wê dengê xwe bidin HDP'ê lê ew ji bo naskirin û danasinê tên gundan. Encu diyar kir ku ew dê bi piştgiriya gelê xwe bendê bi serê desthilatdariyê de hilweşînin.