Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê kesê bi navê Îbrahîm Demîr di ser degirtina malê de bi îdîaya "Endamê KCK'ê ye" hate binçavkirin.
Polîsan serê sibê li navçeya Wêranşarê ya Rihayê di ser malekê de girt û kesek binçavkirin. Di serdegirtina mala li taxa Ataturkê de welatiyê bi navê Îbrahîm Demîr bi fermana Dozgerê Komarê yê Meletiyê hate binçavkirin. Hate zanîn ku, Demîr bi îdîayên "Alîkarî da dêxistinê" û "Endamê KCK'ê ye" hate binçavkirin. Li bendêne ku piştî Demîr li Midûriyeta Polîsan ya Rihayê hate lêpirsînkirin, dê bibin Meletiyê.