Kesek li Sêrtê hate girtin

Kesek li Sêrtê hate girtin

Kesê bi navê Methî Aykaç yê ku çend roj berê li Sêrtê hatibû binçavkirin hate girtin.

Kesê bi navê Methî Aykaç ên di 3’ê Çileyê de di serdegirtina polîs û tîmên taybet a mala taxa Conkbayikê ya Sêrtê de hatibû binçavkirin şevê din sewqî dozgeriyê hate kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Nobedar ya Sêrtê hate kirin. Dadgehê ji bi îdîaya "alîkariya rêxistinê kir" biryara girtina Aykaç da û şand Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.

Metîn Beydogan û Adnan Beydogan yên bi Aykaç hatin binçavkirin jî li Midûriyeta Polîsan ya Sêrtê piştî îfadeyan serbest hatibûn berdan.