Şevê din li navçeya Geverê ya Colemêrgê polîsan welatiyê bi navê Fevzî Kaya binçav kir.
Li gorî agahiyan, polîsan şevê din bi ser Şeftiya 117'emîn a Riyên Bejayî ya Geverê de girtin. Di serdagirtinê de xebatkarên riyên bejayî Fevzî Kaya hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Kaya nehate zanîn û Kaya birin Midûriyeta Polîsan ya Geverê.