Di 10'ê Cotmehê de li Çewlikê kesê bi navê Celîl Ugurlu bi îdîaya "Endamê Rêxistinê ye" hate binçavkirin û hate girtin.
Di 10'ê Cotmehê de 3 kes hatin binçavkirin û sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê 3 welatî bi îdîaya "Endaê rêxistinê ye" sewqî Dadgeha Cezayê Asliye kirin. Heyeta dadgehê Erdal Sekin û Mazlûm Saridag serbest berdan û kesê bi navê Celil Ugurlu jî bi îdîaya “Endamê Rêxistinê ye" û “Propaganda rêxistinê kiriye" biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Tipa M ya Çewlikê.