Kesek hat girtin
Ciwanê bi navê Abdulcelîl Dagtekîn ê di operasyonên qirkirina siyasî de hat binçavkirin, bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' û 'zerardayîna li malên cemaweriyê' hat girtin.

Li navçeya Riha Serêkaniyê, di serdegirtinên 16'ê Nîsanê yên bi hinceta beşdariya li Serhildanên Kobanê yên 6-7'ê Cotmehê de hatin kirin, 1 jê zarok 5 kesên hatibûn binçavkirin bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' û 'zerardayîna li malên cemaweriyê' hatibûn girtin.
Ciwanê bi navê Abdulcelîl Dagtekîn ê bi heman sedemê duh li Pirsûsê hat binçavkirin, îro danê sibehê derxistin pêşberî Edliyeya Serêkaniyê.
Dozgeriyê piştî wergirtina îfadeyê, ji bo bê girtin Dagtekîn radestî Dadgeha Ceza ya Sûlhê kir û dadgehê jî ew girt û şand Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê.