Kesek din jî li Qoserê hate binçavkirin

Kesek din jî li Qoserê hate binçavkirin

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di serdagirtina malê de endamê BDP'ê Abdurrahman Bayram hate binçavkirin.

Duh bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di ser gelek malan de hate girtin û îro jî Endamê BDP'ê Abdurrahman Bayram di serdagirtina malê de hate binçavkirin. Hate hînbûn ku, Bayram di çarçoveya operasyona duh de hate binçavkirin.

Hejmara kesên di çarçoveya operasyona bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê li Êlih, Sêrt, Mêrdîn û navçeyan pêk hat de derket 88 kesan.