Li ber Amîrtiya Îstasyona Kontrolkirina Tirafîkê ya Herêmê ya Amedê di navbera 2 koman de pevçûn derket û polîsan mudaxeleyî pevçûnê kiribû. Polîsên ji bo pevçûnê belav bikin gule berdan hewayê û guleyek li welatiyê bi navê Tunahan Dura yê di otobusa li cihê bûyerê re derbaz bû ket.
Li bajaroka Çarikli ya Amedê şevê din di navbera 2 koman de pevçûn derket. Pişt re li nêzî Amîrtiya Îstasyona Kontrolkirina Tirafîkê ya Herêmê ya Amedê 2 kom rastî hev hatin û dîsa di navbera wan de pevçûn derket. Di pevçûnê de çek hatin bikaranîn. Di encama pevçûnê de Mehmet Başboga, Zahît Başboga û Lokman Alîoglu û kesekî navê wî nehate zanîn birîndar bûn.
Polîsên li ber Amîrtiya Îstasyonê raste rast gule berdan û di encama gulebaranê de welatiyê bi navê Tunahan Dura yê ku bi otobusa bi plaqaya 34 GTC 21 rêvîngî dikir birîndar bû. Welatiyê birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Hate ragihandin ku, Dura di beşa lezgînî de tê girtin.