Kerkûkî: Li dijî gefa Erdogan divê helwest bê nîşandan
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Kerkûkî bal kişand ser operasyona Mûsilê û diyar kir, Tirkiye gefê li gelên li herêmê dixwe, lewma divê helwestek li dij bê nîşandan.
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Kerkûkî bal kişand ser operasyona Mûsilê û diyar kir, Tirkiye gefê li gelên li herêmê dixwe, lewma divê helwestek li dij bê nîşandan.
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî operasyona Mûsilê ji ANF'ê re nirxand.
Kerkûkî da xuyakirin, kontrola Mûsilê ji bo Kurdan gelekî girîng e û got, "Em dibînin, cîhan tev hewl dide tevlî vê operasyonê bibe. Diviyabû hêzên Kurd di şerê Mûsilê de di bin sîwana fermandariyeke hevpar de şer bikira. Barbariya DAIŞ'ê tenê ji aliyê hêzên azadiyê yên Kurd ve hatiye şikandin."
'TIRKIYE GEFÊ LI GELÊ HERÊMÊ DIXWE'
Kerkûkî diyar kir, tevlîbûna Tirkikyeyê li operasyona Mûsilê, ji bo Kurdan û tevahiya gelên herêmê xetereiyeke mezin e û wiha dewam kir: "Tirkiye dixwaze destketiyên Kurdan ên li çar parçeyên Kurdistanê ji holê rake. Ji ber ku şervanên Kurd li qada navneteweyî bûne xwedî prestîjekê, dewleta Tirk aciz e. Naxwaze Kurd bi hevparî tevlî operasyona Mûsilê bibin.
Hevkariya Tirkiye û DAIŞ'ê gelek caran bi belgeyan eşkere bû û ev hevkarî hê jî dewam dike. Lewma divê Kurd û hemû hêzên li dijî DAIŞ'ê ne, nehêlin Tirkiye tevlî operasyona Mûsilê bibe. Li Mûsilê Kurd, Ereb, Êzidî, Şebek dijîn. Tevlîbûna Tirkiyeyê li operasyona Mûsilê wê gefê li van gelan bixwe."
'XEWN Û XEYALÊN ERDOGAN DAGIRKERÎ YE'
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî anî ziman, ku Erdogan dixwaze sînorên xwe berfireh bike û got, "Erdogan dixwaze dewleteke Osmanî ya nû ava bike. Hewl dide Mûsilê tevlî axa Osmanî ya nû bike. Ji sala 2002'an dema desthilatdariyê û ve AKP li pey vê armancê ye. Dixwaze çar parçeyên Kurdistanê bixe nava sînorên Misakî Milî. Lewma divê mesajên Erdogan baş werin fêhmkirin. Lazim e gelê Kurd vê bibîne û li dijî vê helwestê nîşan bide."