BI DÎMEN

Kemanjenekî penaber ê kolanan

Ji kolana Mevlevî ya Silêmaniyeyê, melodiya penaberiyê ji dengê zirav ê kemanê tê. Di nava qelebalixiya bi hezaran însanî de, bi dengê xwe yê mistîk re we ber bi xwe ve dikişîne.

Ji kolana Mevlevî ya Silêmaniyeyê, melodiya penaberiyê ji dengê zirav ê kemanê tê. Di nava qelebalixiya bi hezaran însanî de, bi dengê xwe yê mistîk re we ber bi xwe ve dikişîne.

Seyî Ehed Azeriyekî ji Îranê ye. Dibêje, "Beriya du salan, ji ber nêrînên xwe yên siyasî min li Îranê zext dît û piştî ragirtina 3 mehan a li girtîgeha Evînê, ez hatim vê derê." Ehed li Zanîngeha Tehranê konsevatûar xwendiye û muzîkên Fars û Azerî li kolana herî qelebalix a Silêmaniyeyê li kolana Mevlevî bi kemana xwe pêşkêş dike.

Ehed anî ziman ku beriya du salan dema hat Silêmaniyeyê bi tenê dima û dibêje, "Min xwest li vê derê komekê ava bikim ku em bi hev re bixebitim. Lê nebû. Cihekî lê bixebitim jî nîne. Ji ber vê yekê bi kemana xwe ya 15 salan bikar tînim re, melodiyên xweş pêşkêşî mirovan dikim. Ev yek di heman demê de çavkaniya debara min e."

...