BI DÎMEN

Kelekçîer: Em ê dest ji kevneşopiya çapemeniya azad bernedin

Midûrê Weşana Giştî ya Jiyan TV Emrak Kelekçîer diyar kir girtina qenalên televîzyon û radyoyê, ji hewldaneke birîna dengê mûxalîf zêdetir, nîşaneya dijwarbûna şer e û destnîşan kir, ku ew ê heta dawiyê têbikoşin.

Yek ji 12 qenalên televîzyonê yên ku di şeva 28'ê Îlonê de bi Biryarnameya Xwedî Hukmê Qanûnî hatin girtin, Jiyan TV ye ku yekemîn qenala bi Zazakî weşanê dike ye.

Midûrê Weşana Giştî ya Jiyan TV Emrah Kelekçîer nerazîbûn nîşanî girtina saziyên çapemeniyê yên mûxalîf da û got, "Weke ku tê zanîn, di şeva 28'ê Îlonê de 12 qenalên televîzyonê û 11 qenalên radyoyê ji aliyê Serokwezaretiyê ve hatin girtin, ku di nava wan de Jiyan TV jî heye. Ji van qenalan, avahiyên Van TV û Denge TV hatin mohrkirin."

GIRTINA QENALAN, PARÇEYEK JI POLÎTÎKAYA ASÎMÎLASYONÊ YE

Kelekçîer da xuyakirin, ku armanca bingehîn a ji girtina qenalên mûxalîf, afirandina medyayeke alîgir û îteatkar e û got, "Her yek ji van qenalan xîtabî beşeke cuda ya civakê dikirin û xwedî girseyeke temaşekeran bûn. Mînak; Jiyan TV yekane televîzyona bi zaravayê Zazakî yê Kurdî weşan dikir bû. Zarok TV bi gelek zaravayên Kurdî fîlmên karton ji bo zarokan diweşand. TV 10 li ser çand û baweriya Elewiyan weşan dikir. Hayatin Sesî V dibû dengê kedkar û karkeran. Dema mirov di vê çarçoveyê de binirxînin, ev rastî derdikeve holê; Girtina qenalên mûxalîf hewldaneke ji rêzê ya birîna dengê mûxalîf nîne. Ev yek parçeyekî girîng ê polîtîkaya asîmîlasyon û tinekirinê ye, ku bi sedan salan e tê meşandin."

'ME DIXWEST ZAZAKÎ TEVLÎ JIYANÊ BIKIN'

Kelekçîer da zanîn, ku weke Jiyan TV wan hewl didan zaravayê Zazakî yê li ber tinebûnê ye bikin parçeyekî jiyanê û wiha dewam kir: "Weşaneke dûr û dirêj a Jiyan TV nîne. Di 21'ê Adara 2016'an de dest bi weşana bi zaravayê Zazakî kir û di nava 6 mehan de ji sedî 95'an zêdetir weşana xwe bi Zazakî kir. Di demeke kurt de xwe gihand girseyeke xurt a temaşekeran. Ji bo me aliyê herî girîng ê weşanê ew e, ku nîşan da Zazakî dikare li gelek qadên jiyanê bê bikaranîn. Zêdeyî 20 bername û nûçeyan îspat kirin, Zazakî zaravayekî dewlemend e ku ne tenê li malê dikare li qadên aborî, çand û gelek qadên jiyanê were bikaranîn."

QENAL BI BIRYARA 28'Ê ÎLONÊ YA MGK'Ê HATIN GIRTIN

Kelekçîer anî ziman, dema girtina qenalan manîdar e û got, "Weke ku hûn jî dizanin, biryarên girîng ên li Tirkiyeyê, piştî civînên Desteya Ewlekariya Milî (MGK) tên eşkerekirin. Yek ji mînakên vê yên berçav, biryara şer e ku piştî civîna MGK a sala 2014'an hat wergirtin. Di vê çarçoveyê de li Sûr, Nisêbîn, Cizîr û Geverê talan û wêranî hat kirin. Biryara di MGK a 28'ê Sibatê de derket, girtina çapemeniya mûxalîf bû. Li gorî tecrûbeyên xwe em dikarin vê bêjin; polîtîkaya îsal bê meşandin wê polîtîkayeke ji salên 2014 û 2015'an girantir be. Ji ber ku bêdengkirina çapemeniya li Kurdistanê tê wateya dijwarbûna şer û hilweşandinê. Lewma ji bo parastina mafên gel û ji bo xwedîderketina li kevneşopiya çapemeniya azad, ew ê di çarçoveya hiqûqê de -ku li Tirkiyeyê hiqûq ma be- heta dawiyê têbikoşin."

...