Kedkar ji bo Rojava di 8’ê sibatê de li dê li sînor bin

Kedkar ji bo Rojava di 8’ê sibatê de li dê li sînor bin

Endamên Platfoma Şaxên Amedê ya KESK’ê dê ji bo gelê Rojava di 8’ê sibatê de li Nisêbînê li deriyê sînor be.

Endamên Platfoma Şaxên KESK’ê ya Amedê, der barê kampanyaya ku Platfoma Piştevanî û Kurdistana Suriyeyê dabû destpêkirin de li Şaxa Egîtîm-Sen a Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê.  Berdevka Demî ya Platfoma Şaxa KESK’ê ya Amedê  û serokê Tum-Belsen a Amedê Medenî Alpkaya daxuyanî xwend û li ser Sûriyeyê hesabÊn Tirkiyeyê, Israîlê, Îranê, Rûsyayê, Çin, DYA, YE û Îngilîstanê hene û wiha got: “ Mudaxaleya 2011’an de dest pê kir hêj jî çareser nebûye. Çete li sînorê Tirkiyeyê digerin û  ji aliyê gelek kesan ve tê gotin ku piştgiriyê ji Tirkiyeyê dibînin. Tirkiye hêjî tehemul nake ku kurdan li Suriyeyê statu bi dest xistiye”

Alkaya destnîşan kir ku Tirkiye ji ber şerê ku li Sûriyeyê diqewime hemû deriyên sînor yên Serêkaniyê Qoserê, Nisêbînê ji bo alîkarî negihêje wan girtine.  Hêzên ked û demokrasiyê ji ku alîkariyên bo Rojava hatine berhevkirin ji sînor bê derbaskirin dê di 8’ê Sibatê de li navçeya Nisêbînê bajaroka Gîrmelî bin.”  Alpkaya banga hestyariyê kir.