Kedkar diherikin Êlihê

Li Kurdistanê karker û kedkar wê 1'ê Gulanê li Êlihê pîroz bikin. Bi berbanba sibehê re ji bajarên cuda yên Kurdistanê karker û kedkar herikîn Êlihê.

Li Kurdistanê karker û kedkar wê 1'ê Gulanê li Êlihê pîroz bikin. Bi berbanba sibehê re ji bajarên cuda yên Kurdistanê karker û kedkar herikîn Êlihê.

Mîtînga 1'ê Gulanê ya li Êlihê wê bi pêşengiya karker û kedkarên Amedî, şaxên KESK, DÎSK, û TMMOB ên Amedê û Odeya Tabîban a Amedê ve were pîrozkirin.

Ji bo mîtînga heremî, karker û kedkar ji bo biçin Êlihê danê sibehê li ber Lîseya Fatîh a li navçeya Amed Baglarê civiyan.

Kedkarên ku flamayên sendîka û saziyên civakî yên sivîl ên endamên wan e hilgirtin, li dehan mînîbus û otobusan siwar bûn û berê xwe dan Êlihê.