Rojnamevan û çalakvanê mafê mirovan û Serokê RMMR’ê Mihemed Sedîq Kebûdwend, piştî têkoşîneke demdirêj bi danîna 700 milyon tumenê Îranê karî ji bo çar rojan li cem malbata xwe bibîne.
Serokê Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê (RMMK) Mihemed Sedîq Kebûdwend, bi mebesta destûra wergirtina hevdîtina bi kurê xwe yê nexweş re, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû. Piştî têkoşîneke demdirêj karî bi malbata xwe re hevdîtin pêk bîne.
Mihemed Sedîq Kebûdwend, damezrênerê Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK) ya li Rojhilatê Kurdistanê, di heman demê de sernivîskarê heftenameya Peyamê Merdom a Kurdistanê, ku ji bo sê salan hate qedexekirin bû.
Kebûdwend, di gulana 2008’an de ji aliyê dadgehê ve hate vexwendin û ji ber avakirina Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK), bi hinceta “li hemberî ewlehiya dewletê rabûye” hate suçdarkirin û herwiha ji ber ku têkiliyên wî bi rêxistinên navnetewî yên mafê mirovan re, 11 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.