KCK: sala 2012’an ji bo gelê Kurd bû sala serkeftinê

KCK: sala 2012’an ji bo gelê Kurd bû sala serkeftinê

Serokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê diyar kir ku, di sala 2012’an de têkoşînekî pir mezin hatiye dayîn û ji bo sala 2013’an jî zemîn hatiye avakirin û wiha hat gotin: “ Encamên sala 2012’an diyarbû bi awayekî vekirî û zelal bûye sala serkeftinê û azadiya Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd mijarekî jê venegere.”

Serokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê biboneya sala nû daxuyanî da û mijarên sala 2012’an, Kurdistan, Rojhilata navîn û hêzên herêmî nirxand û hat diyar kirin ku, di sala 2012’an de gelê Kurd têkoşînek pir mezin daye û ji bo ku sala 2013’an bibe sala serkeftinê zemîn hatiye afirandin.

KCK’ê balkişand ser şerê li rojhilata navîn tê meşandin û weke ‘ Şerê cîhanê yê seyemîn’ binav kir û wiha hat gotin: “ Lê belê şerker mîna berê raste rast hêzan nayne berhev û pêşdikeve yê ku vê yekê jî asteng dike sedemê wê yên cûda hene.”

KCK’ê di daxuyaniya ku dayî de wiha ragihand: “ Dewleta AKP’ê di pirsgirêka rojhilata navîn de taşeroniya hegemonyaya Rojava hil daye serxwe û wiha ragihandin: “ Ji ber ku hikûmeta AKP’ê kete feqa rewşê û dît ku sîstema herêmî berbi rûxandinê ve diçe û dê herêm ji nû ve bê dizayînkirin û ev yek dê gelê Kurd jê feyde bigire, dê li herêmê demokrasî bilind bibe û dê Tirkiyeyê bixe di bin bandora xwe de ji bo wê jî di navbera Rojava û Îranê de polîtîkayekî bi hevseng birêve dibe.”

KCK’ê diyar kir ku, pergala dewleta tirk di bin kontrola kapîtalîzma Rojava deye û wiha pêde çû: “ Li bendê nebûn ku cûda be. Bi taybet jî di pêşengiya AKP’ê de dewlet avakirin ev hevsengiye hertim hate meşandin. Li hemberî têkoşîna azadiya Kurd li gel Îran û Sûriyeyê îttifak kir û bi konsepta herêmî hedefkir û ev têkoşîna xwe berdewam kir. Yanî dewleta tirk li hemberî têkoşîna azadiya kurd hem jî li hemberî navneteweyî û hem jî li hemberî herêmê konsep da meşandin.”

LI HERÊMÊ AŞKERA BÛNA SÊ ALÎGIRAN

KCK’ê diyar kir ku, helwesta ku dewleta tirk li hemberî sermayeya Rojava girtî ji ber soza ku ji bo pirsgirêka kurd daye aşkera dike û wiha got: “ Li hemberî van hemû tiştan ku Tirkiye ketiye pêvajoyê bi taybetî jî ji bo Sûriyeyê bi awayekî bilez û ketina pozîsyona têkoşînê gelek derdor nerihet kir. Ev rewş bi awayekî aşkera sê alîgir hene derdixe holê.” KCK’ê ev tespît kirin: “ Armanca û polîtîkayên van hersê alîgiran cûdane; ya yekemîn, hêza gelê ku azadiyê dixwaze yanî hêzên gel yên demokrasî û azadiyê ne. Ya duwemîn; yên ku dixwazin pêvajoya şoreşê li gor daxwaz û berjewendiyên xwe birêve bibin hêzên hegemonîk modernîteya kapîtalîst ya Rojava û taşeronên wêne. Ya sêyemîn; ya ku li hemberî vê mudaxeleyê radiweste lê ku vê hêza heyî jî bi parêze hêzên weke; Rûsya, Iraq, Îran, Sûriye û Çîne.

DÊ HERÊM JI NÛ VE BÊ DIZAYÎNKIRIN

KCK wiha pêde çû: “ Bi kurtasî pêvajo çidibe bila bibe tiştên ku pêktên rastî ewe ku li herêmê pergala heyî berbi hilweşandinê ve diçe. Her hêzek dê bixwaze ku herêmê li gor berjewendiyên xwe dizayîn bike. Li vê derê tişta herî girîng ewe ku hêzên gel yên azadîxwaz bêy ku xwe bixin bindanbora hêzên biyanîde bimînin îradeya xwe bi parêzin. Ger ku divê pêvajoyê de hêzên azadîxwaz dê helwesta xwe berdewam bikin û têk neçin dê daxwazên gel derkevin pêş û pêk bên. Ev xal gelek girînge. Gelê ku xwediyê vê herêmê ye îradeya wî gelek girînge.”

PERGALA KONFEDERAL

KCK diyar kir ku; “ Divê rewşê heyî de hêzên dinava herêmê de ên wekî rewşparêz û hêzên çekdar ên ku girêdayê dervene bi nêrînên xwe nikarin di pirsgirêka Rojhilata Navîn de bibin xwedî rolekê.” KCK’ê ji bo çareserkirina pirsgirêka Rojhilata Navîn de mînaka pergala Konfederal dide. KCK’ê divê esasê de bibîr xist ku: “ Gelê Kurd, li hemberî pergala dijdemokratîk û pergala mêtingeriyê de bi berxwedana xwe di dîrokêde firsadek mezin girtiye û ne tenê bi şoreşa li Kurdistanê, bi şoreşa Kurdistanê re li Rojhilata Navîn bûye xwedî rolekî mezin.”

HESABÊN TIRKIYÊ ÊN LI SÛRYEYÊ

KCK’ê bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê û wiha pêde çû: “ Hîkûmeta AKP’ê niha dixwaze yekitiya li Rojava a di nava gelê Kurd de bişkîne û dixwaze ku kurdan berde hev û di heman demê de dixwaze ku Kurd-Ereban jî berde hev. KCK’ê da zanîn ku, daxwaza dewleta Tirk a sereke ew e ku di nava kurdan de şer bide destpêkirin û yekitiya wan bişkîne ye. KCK’ê bilêv kir ku, stratejiya dewleta Tirk, ew e ku yekitiya dinava gelê Bakûr, Başûr, Rojava û Rojhilat de şikandine.

YEKITIYA NETEWEYA KURD

KCK’ê bibîrxist ku: “ Li hemberî van hesabên qirêj û êrîşan, tiştê herî girîng ji bo gelê Kurd ‘Yekitiya Neteweya Kurde.” KCK’ê di derbarê mijarê Yekitiya Neteweya Kurd de vî peyamê da: “ Ji bo parastina Yekitiya Neteweya Demokratîk a gelê kurd divê ‘ di bin banê Kongreya Netew’ de yekbûnekî çêbibe, stratejiyek netew ava bibe û dibin ava kirina vê stratejiyê de doza azadiya gelê Kurd bilind kirine.”

CIHÊ GELÊ KURD

KCK’ê di derbarê mezhebên Şiî û Sunî de gelê Kurd hişyar kir û wiha pêde çû: “ Herêm çiqas diçe di bin navê Şiî û Sunî de tê du alî kirin, siyaseta Başûr xwe dide aliyê Şiî, hêlên din jî xwe didin hêla Sunî ew jî di nav xwe de parçebûyînek veşartî çêdike.” KCK’ê diyar kir ku tiştê herî esas ji bo gelê Kurd ne du alîbûne, tenê yekitiye û di vê esasê de cihê wî tenê li hêla demokrasiyêye.

ŞERÊ NAVBERÊ ÇETEYAN

KCK di derbarê çeteyên ku li Sûriyeyê de bi hev re şer dikin de ev tişt got: “ Her çiqas di civînê ku li bajarê Doha yê Katarê de bi pêşengtiya DYA’ê de hat girtin de hêzên muxalîf xwestin yekitiyekî ava bikin û bi vî armancê Koalisyona Neteweya Sûriyê avakirin, lê belê ev civîn û avakirina koalisyonê heta niha negihîştiye armanca xwe.” KCK’ê da zanîn ku, di vê hêlê de wê şerê di navbera hêzên çekdar de kûr bibe û di navbera hêzên çekdar de pêngavên bi awayekî cudatir dê derkevin pêş. KCK’ê destnîşan kir ku, di nava hêzên çekdar ên ku bi hev re şer dikin de tu rê û rêbazên li gorî şer tuneye û pevçûnê ku di navbera wan de derdikeve de mafê mirovan bi tevahî binpê dikin.”

ŞERÊ SÊYEMÎN YÊ CÎHANÊ

KCK’ê têkildarî pêşeroja pevajoya şer ev tespîtan kir: “ Rêberê me vê pêvajoyê wekî ‘şerê sêyemîn yê cîhanê’ binav dikir û ev pêvajo hêzên Modernîteya Kapîtalîst a Rojava heta ku çalakiyekî bidest nekeve, di nava Efxanîstan, Iraq, Sûriye û welatên din de heta ku aramiyeke pêk nêy û pirsgirêka Îranê çareser nebe dê vê pêvajoyê berdewam bike.” KCK’ê di derbarê pêvajoya Rojhilata Navîn de ev tişt got : “ Pêvajoya di herêma Rojhilata Navîn de ku niha tê jiyîn di salên pêş de dê kûrtir bibe û berdewam bike.”

GELÊ KURD PÊVAJOYÊ RAST XWEND

KCK’ê da zanîn ku, gelê Kurd pêvajoyê rast xwend û wiha hat gotin: “ Performansa leşkerî a gerîlayan, sala 2012’an, di 15 salên dawî de bi çalakiyan xwe kiriye sala berxwedanê. Hikûmeta AKP’ê di nava du salan de li hemberî berxwedana gerîlayan hemû konseptê wî têk çû.” KCK’ê diyar kir ku, di sala 2012’yan de berxwedana dîlên azadiyê ku 68 roj berdewam kir ji bo pêvajoyê tiştekî girîng çêkir û wiha hat gotin: “ Hemleya ku gerîlayan destpêkir, berxwedana gelê me ku li hemberî dewleta faşîst da ber çavan û berxwedana zindanan dema bi helwesta hêza Rêberê me ve hat ber hev ev jî Rêberê me kir wekî hêzekê sereke û mezin.”

314 GERÎLA JIYA XWE JIDEST DAN

KCK aşkera kir ku, di nava sala 2012’yan de 314 gerîla jiyana xwe ji destdane û wiha got: “ Li hemberî hejmara van şehadetan di nava vî şerê şoreşê de windahiyên komara tirk 7 kat ji ê gerîlayan zêdetire.” KCK da bilêv kir ku, em serkeftina vî şerê bi windahiyên komara tirk re napîvîn û wiha pêde çû: “ Tiştê herî girîng bo serkeftin encamên siyasîne û di vî alî de bi giştî em di sala 2012’yan de li hemberi Komara Tirk bi serketin.”