KCK: Ne tenê DAIŞ paşmêrên wan jî wê hesab bidin
KCK’ê êrîşa nemerdî ya Hesekê şermezar kir û got, ‘’Ji ber van sûcên der mirovî ne tenê DAIŞ, dewletên paşmêrên wan, hêzên siyasî û çi kesên têkildarî wan bin jî wê hesab bidin.’’
KCK’ê êrîşa nemerdî ya Hesekê şermezar kir û got, ‘’Ji ber van sûcên der mirovî ne tenê DAIŞ, dewletên paşmêrên wan, hêzên siyasî û çi kesên têkildarî wan bin jî wê hesab bidin.’’
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî komkujiya Hesekê daxuyaniyeke nivîskî da û got, ‘’Dijminê mirovahiyê DAIŞ çawa ku li Dîlokê êrîşî dawetekê kir û bi dehan mirov qetil kir, niha jî li Rojava, Hesekê jî êrîşî dawetekê kir û jin, zarok, ciwan, kal bi dehan mirovên me kuştin. Em vê êrîşa nemerdî bi tundî şermezar dikin, sersaxiyê didine malbatan, gelên me û şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.’’
KCK’ê diyar kir ev çeteyên faşîst ku li dijî berxwedana şoreşgerên Rojava têk şikiyane ji bo tolhildanê berê xwe didin mirovên sivîl. KCK’ê ragihand ku di dîroka mirovahiyê de êrîşên wiha bi alçaxî nehatine dîtin. KCK’ê destnîşan kir ku ji bo tolhildanê êrîşa bi zanebûna a li dawetan nîşan dide ku ev çeteyên faşîst ti têkiliyên xwe bi ti nirxên mirovî re nîn e û ev careke dî jî hatiye nîşandan.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji vê komkujiyê bi qasî DAIŞ’ê yên wê xwedî dikin, hemû dewletên pê re têkildar in û hêzên siyasî jî berpirsyar in’’ û wiha hate dewam kir; ‘’ ’Ji ber van sûcên der mirovî, ne tenê DAIŞ, dewletên paşmêrên wan, hêzên siyasî û çi kesên têkildarî wan bin jî wê hesab bidin. DAIŞ û hemû kesên ku hevkarên van sûcan in wê hesab ji wan were pirsîn.’’
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniyê de wiha got:
Di serê van de jî desthilatdariya AKP’ê û şefê wê yê faşîst Erdogan heye. Erdogan û desthilatdariya AKP’ê her roj bi hedef nîşandana Şoreşa Rojava bi hişkere nîşan didin ku ew hevkarê van komkujiyan in. Niha du dijminên sondxwarî yên Şoreşa Rojava hene; ev jî dewleta Tirk û DAIŞ e. Êrîşên bi ser Rojava de bi giranî ji van aliyan tê. Tirkiye ji destpêkê ve ji ber dijminatiya xwe ya li Rojava paşmêrtiya DAIŞ’ê kiriye, DAIŞ’ê jî dijminatiya Tirkiyê ya li Rojava dîtinye, ketiye bin çengê dewleta Tirk û ji Tirkiyê her cure destek standiye. Tirkiye ya ku ji ber dijminatiya xwe ya li Kurdan xwe li dinyayê difiroşe, vê carê jî di şexsê desthilatdariya AKP’ê de xwe di destê DAIŞ’ê de kiriye rehîn.
‘ŞERÊ AKP YÊ LI DIJÎ DAIŞ’Ê QELP E’
Têkoşîna AKP’ê ya li dijî DAIŞ’ê qelp e. AKP ji ber dijminatiya li Kurdan ketiye Sûriyê. Dîsa bi mebesta ku dijminatiya xwe ya li Kurdan bîne asteke dî xwe wiha nîşan dide, wek ku ew li dijî DAIŞ’ê şer dike. Yên ku ji ber dijminatiya li Kurdan DAIŞ xwedî kirin niha jî bi bazara DAIŞ’ê dijminatiya xwe ya li Şoreşa Rojava berdewam dikin.
Armanca Tirkiyê ya ku êrîş bire ser Cerablûsê û Sûriye dagir kirî û yên ku komkujiya Hesekê pêk anîn yek e. Şoreşgerên Rojava û hemû hêzên welaperwer ên Sûriyê hem wê li dijî faşîzma DAIŞ’ê û hem jî li dijî dagirkeriya Sûriyê AKP’ê ya faşîst li ber xwe bidin û van du hêzan bi teqezî ji Rojava û Sûriyê hilqetînin û bavêjin.
Li dijî êrîşên çeteyên faşîst ên DAIŞ’ê û desthilatdariya faşîst a AKP’ê peywira ku dikeve ser hemû hêzên demokratîk ê welatparêz ên Sûriyê ew e ku bi tifaqeke demokratîk li dijî van êrîşkaran bibin bersiv. Li dijî hêzên faşîst tenê bi têkoşînê mirov dikare bisekine. Sûriyeya demokratîk û azad tenê bi têkoşînaa dijî van hêzên faşîst pêkan e.
Em bang li hemû gelê Kurdistanê yên çar parçeyan û li hemû deverên dinyayê dikin, li kû derê Kurdistanê êrîşek pêk were divê werin cem hev, hev bigirin û têkoşînê geş bikin.
Hemû Kurd divê bizanibin ku êrîşa bi ser Hesekê de êrîşan dijminên Kurdan e. Li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê heta ku jiyana azad û demokratîk ava nebe ev êrîş wê domdar bin. Ev rasteqînî neçar dike ku Kurd bi hêzên demokrasiyê yên Rojhilata Navîn re, têkopşîna jiyana azad geş bikin.
Tevgera me ya Azadiyê weke duh kirî, îro jî li dijî destpotên Rojhilata Navîn tê têkoşînê geş bike, wê rista xwe ya dîrokî ya di têkoşîna azadî û demokrasiyê de pêk bîne. Di nav vê çarçoweyê de li dijî DAIŞ’ê û hemû paşmêrên wê, Têkoşîna Azadiyê wê were geşkirin û hemû astengiyên li pêşiya jiyana azad û demokratîk a gelên Rojhilata Navîn wê werin rakirin.’’