Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku sedema heta niha berpirsên Komkujiya Roboskî aşkere nebûye ew e ku komkujî bi biryara AKP’ê pêkhatiye û got: “. Ji ber ku ew bi xwe jî, bi rêbazên cuda heman polîtîkayê dide meşandin. Mînaka herî aşkere ya vê polîtîkaya wê jî komkujiya Roboskiyê ye. Ji ber vê yekê, hesabpirsîna ji kujerên Roboskiyê tê wateya hesabpirsîna ji komkujiyên li Kurdistanê hemûyan.”
Serokatiya Rêveber a KCK’ê derbarê salvegera yekemîn a Komkujiya Roboskî de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku komkujî bi biryara AKP’ê pêk hatiye. KCK’ê got: “Hesabpirsîna komkujiyê deynê me yê rûmetê ye.”
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di despêka daxuyaniyê de bibîr dixe, tevî ku salek di ser komkujiyê re derbas bûye, hê jî berpirsiyarên vê komkujiyê nehatine dadgehkirin. Ev yek jî rastiya rûyê dewleta Tirk a dagirker û xwînmij nîşan dide.
KCK tîne ziman ku pirsîna hesabê komkujiya Roboskiyê ji bo gelê Kurd û derdorên şoreşger, deynê mirovahî û rûmetê ye û wiha dewam dike: "Dewleta Tirk her roj li kolanên Kurdistanê ciwanên Kurd qetil dike. Lê komkujiya Roboskiyê yek ji komkujiyên herî aşkera û mezin a ji aliyê Dewleta tirk ve hatî kirin e. Tayyip Erdogan 2 roj piştî komkujiyê hemû fermandarên artêşê pîroz kirin, piştre xelat da fermandarê hêzên hewayî. Ev yek jî nîşan dide ku polîtîkaya wan û qirkirinê li hemberî Kurdan wê dewam bike."
KCK bi bîr dixe ku bi vê komkujiyê û helwestê, dewleta Tirk dixwaze di şexsê xelkê welatparêz ê Botanê de peyamê bide tevahiya gelê Kurd û vê bangê dike: "Di salvgera komkujiyê de, divê gelê me bi awayekî herî çalak tevlî bîranînên 27 û 28'ê Kanûnê bibe. Divê ti kes li hemberî vê komkujiya ku pir aşkera hatî kirin, bêdeng nemîne."
Serokatiya Konseya Rêveber di daxûyaniya xwe de balê dikşîne ser doza endamên JÎTEM'ê Cemal Temîzoz û Kamîl Atak ku di salên 90'î de, li Cizîra Botan û derdora wê bi sedan welatparêzên Kurd renadin û qetil kirin.Der barê vê mijarê de jî ev tişt tên gotin: "Xuyaye hukûmeta AKP ji bo cinayetên ku JÎTEM, Hizbullah û komên din ên li Kurdistanê kirine dernekeve holê di nava hewildanan de ye. Ji ber ku ew bi xwe jî, bi rêbazên cuda heman polîtîkayê dide meşandin. Mînaka herî aşkere ya vê polîtîkaya wê jî komkujiya Roboskiyê ye. Ji ber vê yekê, hesabpirsîna ji kujerên Roboskiyê tê wateya hesabpirsîna ji komkujiyên li Kurdistanê hemûyan."