Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya Roja Mafê Mirovan a Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku hukûmeta AKP’ê li Kurdistanê dixwaze bi operasyonên girtin û binçavkirinê siyaseta Kurdan tune bike, hemû kesên bi navê Kurdan siyasetê dikin û derfetên wan ji holê rabike.
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 10’ê Berfanbarê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê bal kişand ku di serdema me de tişta ku nirxên mirovahiyê ferz dike maf û darazên nirxên mirovahiyê ne û got: “Pîvana sereke ya mirovahiyê ew e ku her kes bigihe mafên xwezayî yên ku wana dikin mirov. Îro li Kurdistanê pirsgirêka sereke ew e ku gelê Kurd negihiştiye mafên xwe yên sereke yên miroviyê. Yek ji van mafên sereke zimanê zikmakî ye. Lê her çendî gelê Kurd ji bo bidestxistina van mafan bedelên mezin daye jî, lê sîstema mêtîngerî li hemberî rastiya vê têkoşîna tê meşandin li ber çavê hemû cîhanê mafan bin pê dike. Îro weke hemû mafên din ên ku Kurdan dike gel, mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî jî di nava qedexekiriyan de ye.”
ARMANC TUNEKIRINA SIYASETA KURD E
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ligel avabûna komarê, dewleta Tirk armanca netewe-dewlet daye pêşiya xwe, gelê Kurd mîna miletekî nas nekiriye û ji bo gelê Kurd di nava Tirkan de asîmle bike bi awayeke berfireh polîtîkayên qirkirina fîzîkî û çandî li Kurdstanê bi kar aniye. KCDK’ê diyar kir ku armanca operasyonên qirkirina siyasî ew e ku siyaseta Kurdan tune bike.
JI BO HEWLDANÊN OCALAN BERSIVA PÊWÎST NAYÊ DAYIN
KCK’ê bi bîr xist ku ji bo bidawîkirina vê polîtîkayên qirkirinê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd hewlek mezin dide û hemleyên berxwedanê pêş dixe. Her wiha hat diyarkirin ku hewldanên ji bo çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd ên Ocalan û KCK’ê ji aliyê raya giştî ve tê zanîn, lê di her carekê de dewleta Tirk bersiveke pêwîst nade van hewldanan û polîtîkayên pûçkirin û valaderxistinê dide ferzkirin. KCK’ê got: “Piştî bi banga Rêberê me berxwedana greva birçîbûnê ya ku 68 rojan berdewam kir, bi dawî bû, li Tirkiyeyê siyasetek erênî pêk hat û ji bo bersivê bidin vê nêzîkatiya Rêbertî û siyateta Kurdan, raya giştî û hemû aliyên bi pirsgirêka Kurd re têkildar, ji hukûmeta AKP’ê li bendê bûn ku ji bo ev erênîbûna pêvajoyê vebiguhere pêvajoyeke mayinde, pêngavan biavêje. Lê Erdoganê ku nexwest pêngavan biavêje, ji bo sabotekirina vê pêvajoyê pêşiya her tiştê rakirina mafê parlementerên BDP’ê anî rojevê û li hemberî wana polîtîkayek a şantaj pêk anî, piştre jî ji bo operasyonên berfireh ên KCK ferman da: Di vê çarçoveyê de di hefteyekê de bi sedan kes hatin binçavkirin û piraniya wan hatin girtin.” KCK’ê diyar kir ku hukûmeta AKP’ê li Kurdistanê dixwaze bi operasyonên girtin û binçavkirinê siyaseta Kurdan tune bike, hemû kesên bi navê Kurdan siyasetê dikin û derfetên wan ji holê rabike
PÊKANÎNÊN FAŞÎZAN GIHIŞT ASTA HERÎ JOR
KCK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku armanc ew e ku ku siyasta kurd bi giştî bê tasfiyekirin û wiha got: “Herî dawî li Mêrdîn, Êlih û Sêrtê tevî şaredarê Sêrtê Selîm Sadak 88 kes hatin binçavkirin. Li vir jî tê dîtin ku êrîşên faşîzan yên li hemberî şaredariyên BDP’ê avahiyên BDP’ê, saziyên civaka kurd yên sivîl, saziyên ziman, malbatên kurd yên ku tenê sûcê wan Kurdbûn e, û hemû qadên jiyanê deretiye asta herî jor. Hemû nûner û rayedarên saziyên xwedî nasnameya Kurdewarî ya li Kurdistanê dikin KCK’yî û ji bo bigihêjin armancên xwe yên qirêj pêkanînên xwê yên qirêj û derew xistiye dewrê. Rejîma AKP’ê ku li aliyekê bi vî awayî siyaseta kurd dike ji xwe re dike hedef, û dixwaze bi giştî tasfiye bike û li aliyê din jî di gotin û daxuyaniyên xwe de Tikriyeyê weke ku welatekî ku derfetên wê yên pêkanîna siyasetê gelek zêde ne didin nîşandan. Ev yek jî tê wê wateyê hewl didin ku civaka tirk û rayagiştî ya cihanê bixapînin.”
AKP JI PÊŞVEÇÛNA HÊZÊN DEMOKRASIYÊ DITIRSE
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Guman tune ye ku ev êrîşên li dijî Rêber Apo, Tevgera Azadiyê ya kurd û berxwedana gelê leheng yê kurd têk çûye û tengezariya AK’ê pir baş nîşan dide. Divê hemû gelê me û rayagiştî ya demokratîk bizane ku, AKP ji pêşveçûna hêzên demokrasî û gelê me ditirse û vê yekê weke astengiyê li hemberî polîtîkayên xwe yên qirêj dibîne. Ji ber vê yekê di çarçoveya şerê topyekun ya li hemberî gelê me daye destpêkirin de ev êrîş û pêkanînên hovane xistiye dewrê û plan dike ku bêrumetiyê li ser gel ferz bike û gel pasîf bike. Ji ber vê sedemê di bin navê KCK’ê de li hemberî saziyên Kurdan ên demokratîk û gelê kurd hişmendiya nîjadperest-faşîzan tê meşandin û ev yek jî dide xuyakirin ku bi van pêkanînên xwe dê li hemberî hemû dînamîkên şoreşger-dînamîk û kesên weke wan nafikirin ferz bikin. Li Mêrdîn, Êlih û Sêrtê ev êrîşên xistine dewrê vê rastiyê careke din derdixe holê.”
KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de da zanîn ku divê li hemberî van pêkanînên qirêj yên AKP’ê welatparêz û demokrat bê deng nemînin û wiha got: “Gelê me yê welatarêz li dijî van pêkanînên ku kesayeta mirovan biçûk dixîne divê sekneke bi rûmet û şeref nîşan bide û li hemberî van pêkanînên qirêj yên mêtînger bibe bersiv. Li ser vî bingehî, di serî ciwanên kurd ên milîtan û gelê me yê welatparêz li dijî hevkariya AKP û Cemaata Gulen vîna xwe nîşan bide û tevlî gerîla bibin û pêşngiya civakê bikin.”