KCK: Êrîşa li Helebê bê bersiv namîne!

KCK: Êrîşa li Helebê bê bersiv namîne!

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê êrîşa ji aliyê artêşa rejîma Sûriyeyê li Helebê li dijî taxa Kurdan pêk hat û di encamê de 20 kes jiyana xwe ji dest dan bi tundî şermezar kir û got; “Bila her kes bizane gelê Kurdistanê yê li Rojavayê Kurdistnaê dijî ne bi tenê ye.” KCK’ê êrîşên hewayî yên li ser Başûrê Kurdistanê jî şermezar kir û got; “Tu êrîşek bê bersiv namînin.”

Serokatiya Konseya Rêveber di daxuyaniya da de komkujiya di encama êrîşa rejîma Esad a li ser taxa Kurdan a li Helebê pêk hat şermezar kir û got; “

“Di encama êrîşa balefirên şer ên artêşa Sûriyeyê ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ku piraniya şêniya wê Kurd in, pêk hat de 20 Kurdistanî jiyana xwe ji dest dane û gihiştine şehadetê, gelek kes jî birîndar bûne.

Gelê Kurd ê ji desetrpêka pevçûnan û vir ve bi awayeke durist nêzîkê pêvajoyê bûye, têkoşîna xwe ya ji bo Sûriyeyeke demokratîk bi rêyên siyasî meşandiye û gelê Kurdî xwedî dozek mafdar e. Li hemberî vê jî di demên cûda de li dijî gelê Kurd êrîş pêk hatine û bi vê êrîş a herî dawî li Şêx Meqsûdê pêk hat gihiştiya asta komkujiyê. Em bi tundî vê êrîşê şermezar dikin.

Divê her kes baş bizane ku gelê Kurdistanê yê li Rojavayê Kurdistanê dijî ne tenê ye. Her tim dê hemû Kurd pişt wan bin. Sedema ku hêzên li Sûriyeyê şer dikin Kurdan nekirine hedef, sekna gelê Kurd a rast a siyasî ya ku azadî û demokrasiyê dixwaze ye. Em dizanin ku li vê parçeya Kurdistanê gelê me yê hêja û welatparêz, ji zanebûna welatparêziyê tije ye, gelek ku bi evîna azadiyê dijî ye, bi hêz û yekitiya di nava xwe de pêş xistiye, dikare xwe biparêze. Lê êrîşên wiha provakatîf dihêlin ku gelê me baldartir tevbigere û bi tedbîrên baştir xwe biparêzin.

Em ji bo malbatên kesên di vê bûyera tirsnak de gihiştine şehadetê, ku zarok û jin jî di nava wan de hene û hemû gelê Rojavayê Kurdistanê sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî daxwaza şîfayê dikin. Em diyar dikin ku em ê bîranîna van welatparêzên me yên şehîd bi têkoşîna azadiyê re bidin jiyandin. Em carek din diyar dikin ku em têkoşîna azadiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê silav dikin û em li pişt wan in.

Tu hêzek nikare li pêşî li meşa azadî û demokrasiyê ya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê yê ku yekitiya xwe ya neteweyî-demokratîk saz kiriye, meclîsên xwe yên herêmî ava kiriye, bigire.

Careke din, dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li ser Bakûrê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de, li Qenedîlê sivîlan kiriye hedef, di vê êrîşê de 2 mirovên me yên welatparêz birîndar bûne, û ziyaneke mezin gihiştiye gelê me yê hêja yê Qendîlê. Balefirên şer ên artêşa Tirk şevê din saet di 00.00-01.30 de herêma Xakurê bobmebaran kiriye, vê sibê saet di 05.30-06.00 Girê Gomanê û Şkêra Spî ya Şemizînanê bombebaran kiriye. Di encama van êrîşan de bax û baxçeyên gelê me ziyanek mezin girtine, bi van êrîşan dixwazin gelê me yê li van herêman bidin koçberkirin.

Em van hemû êrîşan bi tundî şermezar dikin, em diyar dikin ku ev êrîş li hemberî kîjan parçeyê be, tu êrîşên li hemberî gelê Kurdistanê dê bê bersiv nemînin, Tevgera Azadiya Kurdan li her çar parçeyan xwedî wê hêzê ye ku dikare gelê Kurd biparêze û xwediyê wê performansê ye ku dikare bersiva hemû êrîşan bide, bila her kes vê baş bizane.

Mêtîngerî dê di bin tempoya meşa têkoşîn azadî û kîndariya gelê me de biperçiqe, ne zordar, dê yên xwediyên doza mafdar ser bikevin.”