KCK: 'Êrîş karê Gladyoya Tirk e'

KCK: 'Êrîş karê Gladyoya Tirk e'

KCK’ê ku piştî qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez ku li Parîsê hatin qetilkirin, daxuyaniyek da, Gladyoya Tirk a ku xwe dispêre navneteweyî weke berpirs destnîşan kir. KCK’ê li hemberî aliyên mêtînger-faşîst ên ku dixwazin li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bibin asteng, banga xurtkirina têkoşînê kir.

KCK’ê got: “Em qetilkirina bi awayeke hovane ya yek ji damezrênerên partiya me PKK’ê, milîtanan jêhatî ya pêşeng a tevgera me, sembola rûmet û berxwedanê û rêbera îradebûna tevgera azadiya jinên Kurdistanê hevala me Sakîne Cansiz, û Nunera KNK’ê ya Parîsê, dîplomata kurd a hêja û kadroya xweragir a Tevgera Azadiyê Fîdan Dogan (Rojbîn) û milîtana fedekar a Tevgera Ciwanan Leyla Soylemez (Ronahî) bi nefret şermezar dikin. Ev yek ji bo tevgera me, gelê me û hemû jinên Kurdistanên windahî û êşeke mezin e. Em bi rêzdarî bejna xwe li hemberî şehadeta milîtana pêşeng û jêhatî ya têkoşîna azadiya gelê Kurdistan û jina Kurd, Endama Meclîsa PKK’ê û Endama Koordînasyona PAJK’ê Heval Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez ditewînin û em diyar dikin ku em ê wesîfeya xwe ya li hemberî hemû şehîdên xwe pêk bînin, li ser rêya wan bimeşin û heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê dilsozê wan bin.”

KCK’ê da zanîn ku Sakîne Cansiz bi zanebûn hatiye hedefkirin û got: “Ev komkujî rêxistinkirî, plankirî û bi awayeke pir şareza û hostayî hatiye kirin. Gava mirov li awayê bûyerê dinêre jî, dibîne ku dibe ku ev komkujî ji aliyê hêzên profesyonel ên navneteweyî ve hatibe kirin. Aşkere ye ku kesên ku vê êrîşê pêk anîne, naxwazin pêvajoya ji aliyê Rêbertiya me ve hatiye destpêkirin pêş bikeve û pirsgirêka Kurd çareser bibe. Ev komkujî ji aliyê derdorên ku dixwazin mêtîngeriya li ser gelê Kurd berdewam bike û derdorên ku li hemberî gelê Kurd xwedî armancên qirêj ve hatiye amadekirin û pêkanîn.”

KCK’ê bal kişand ku balkêş e ku ev bûyer li Franseya ku ev demek e siyasetmedarên Kurd xistiye bin çavdêriyê û wana bi sedemên neheq digire, pêk hatiye û got: “Mirov nikare bêje ku di navbera yên ku Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Adem Ûzûn bi komployekê girtin û yên ku vê komkujiyê pêk anîn de tu girêdanek tune ye. Ger komploya li hember Adem Ûzûn were aşkerekirin, dê ev yek feydeyeke mezin bide ronîkirina vê komkujiyê jî. Ger dewleta Franseyê di vê mijarê de dixwaze ji bin tohmetê derbikeve, divê teqez komkujiyê aşkere bike. Di serdema me ya teknolojîk de, derfetê dewleta Franseyê heye ku vê bûyera ku li Parîsê qewimiye aşkere bike. Ger têkiliya hin hêzên kûr ên li Franseyê bi vê bûyerê re tune bin, divê dewleta Franseyê vê bûyerê aşkere bike. Heta ku dewleta Franse vê bûyerê aşkere neke, dê ji aliyê gelê Kurd ve her tim weke berpirsê bûyerê bê destnîşankirin.”

KCK’ê diyar kir ku ji ber ku nikarin li hemberî tevgera wan bi ser bikevin, Sakîne Cansiz bi hovane qetil kirin û got: “Bi taybetî di vê pêvajoyê de aşkera ye ku li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistan, gelê kurd û jinên kurd dixwazin komkujiyên xwe berdewam bikin” û wiha domand: “Ji ber ku bi pêşengtiya Rêber Apo cihê heval Sakîne, Zîlan, Bêrîtan, Şîlan û Nûda di nava tevgera jinên kurd de berbiçav e. Di bilindbûna têkoşîna me de û bi hêzgirtina Rêber Apo de cihê jinên kurd pir girîng e. Di têkoşîna azadiya me de rêheval Sakîne bi duristiya xwe, bibiryariya xwe û bi qehremantiya xwe cihekî pir girîng xistiye nava dilê hevalan.”

KARÊ GLADYOYA TIRK E

KCK’ê da zanîn ku dijminên gelê kurd bi qetilkirina Sakîneyê xwestin ku pêvajoya çareseriyê ku niha di rojevê de ye sabote bikin û got: “Ev bivênevê karê Gladiyoya Tirk e. Ev êrîş ji aliyê hêzên kûr a mêtingerên tirk ve hatiye kirin û wiha domand: “ Heger îro hikûmeta AKP’ê ji aliyê çareseriya pirsgirêka kurd de samîmîbûna dê ne bi propagandaya şerê psîkolojîk, dê ji bo ku bûyer were zelalkirin bisekiniya.”

ÎDÎAYÊN ÇAPEMENIYA TIRK DEREW IN

KCK’ê destnîşan kir ku ew bi aşkereyî ji raya giştî re dibêjin; “yên ev pêvajo sabote kirine, çalakiya li Çelê nîne, yên di 31’ê kanûna 2012’an de di nav de fermadarê eyaleta Amedê Numan Amed jî berpirsên qekilkirina 10 gerîlayan e” û ev tişt got: “Çakakiya li Çelê jî wekî çalakiyeke bersivê ji hêla gerîlayan ve hatiye kirin. Çapemeniya tirk dibêje, ew ‘pir serî û tevlîhev e’. Ev tenê rêbazeke şerê pîskolojîk a dewleta tirk e û mijareke naveroka wê vala ye. Aliyên tirk di daxuyaniyên xwe de destnîşan dikin ku ev lihevnekirineke di nava rêxistiyê de ye. Ev hemû derew in û dixwazin bi vê raya giştî bixapînin. Ev jî bêhurmetiyek mezin e ku li hemberî rêxistina me dikin.”

JI BO RAYA GIŞTÎ BANG

KCK’ê bang li hemû raya giştiya neteweyî û navneteweyî, aliyên demokratîk û xwedî wijdan kir ku li dijî hewldanên çapemeniya tirk ku dixwaze li ser vê komujiyê li dijî mirovahiyê bigire, xwedî helwest bin û rastiyan ji raya girtî re parve kin. KCK’ê ev tişt got: “Em bang li Dewleta Fransayê dikin ku vê komkujiya bi namerdî di navenda Parîsê de hatiye kirin zelal bikin. Em bi taybetî tînin ziman ku heke hikûmeta Fransayê û Ewropayê vê hovîtiyê dernexin holê, dê hikûmeta wan di binê tohmetê de bimîne.”

KCK’ê di dirêjiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev bûyer, bûyereke ku heta niha li dijî rêxistina wan û gelê kurd, bûyereke ku kişandine qada navneteweyî ye û wiha pêde çû: “Divê ev bûyer bi hemû hêlê xwe ve bê şermezarkirin û kujeran derxin holê, ev ê di heman demê de riya çareseriyê jî veke.”

LI HER DERÊ DABIKEVIN QADAN

KCK’ê diyar kir ku divê hemû gelê demokrat û welatparêz li welat ji derveyî welat xwedî li Sakîne, Fîdan û Leylayê derbikevin û wiha domand: “Bi taybetî jî gelê me yê li Ewropayê ku li Parîsê kom bûne ji bo ev bûyer aşkera bibe xwedî girîngiyekê ye.” KCK’ê da zanîn ku dîsa divê ku gelê me yê kurd li welat û ji derveyî welat hemû dakevin qadan û li hemberî mêtîngerî û faşîzmê têkoşînê bilind bikin ji ber ku ev yek peywîrek esasî ye.” KCK’ê bang li gelê kurd kir û wiha got: “Divê esasê de divê hemû gelê me xwedî li şehîdên xwe derbive, vê komkujiyê şermezar bikin û heya ku ev bûyer neyê ronîkirin li her derê têkoşînê bilind bikin.”

KCK’ê wiha dirêjî da daxuyaniyê: “ Piştî ku gelê me ev komkujiya bi êş bihîst li welat û ji derveyî welat derketiye qadan. Di destpêkê de ku gelê me li Ewropayê hevala me Sakîne ku bi hovane hatiye qetilkirin di nava êşê de bûn, balkêş e ku Alîkarê Serokê Giştiyê AKP’ê Huseyîn Çelîk û çapemeniya alîgir nûçe wekî ‘ hesabên navxweyî’ bi nav kir û ev bi rastî rewşekî balkêş e. Bi van daxuyanî û nûçeyan dixwazin rastiyê berovajî bikin. Ev derdor her tim van nêzikatiyên provakatîf dikin. Bi hemleya şerê pîskolojîk dixwazin komkujiyê veşêrin, manîpule û berovajî bikin.”