KCK: Em şehîdên demokrasiyê yên 10'ê Cotmehê bi rêzdarî bibîr tînin

KCK'ê şehîdên demokasiyê yên 10'ê Cotmehê bibîr anî û got, "Em soza xwe dubare dikin; bi têkbirina hêzên faşîst re em ê Tirkiyeyê demokratîk bikin û Kurdistanê azad bikin."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku beriya niha bi salekê êrîşeke li derveyî mirovahiyê li dijî mîtînga aştî û biratiyê ya gelan a hêzên demokrasiyê hat kirin û hat gotin, "Em kiryarên vê komkujiyê careke din bi tundî şermezar dikin û careke din soz didin, ku têkoşîna hevpar û biratiya gelan wê hêzên faşîst û qirkirinê têk bibin, Tirkiyeyê demokratîk bikin û Kurdistanê azad bikin."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin: "Ev komkujî, ji bo hiştina AKP'ê ya li ser desthilatdariyê hatiye kirin, ku AKP di encama têkoşîna hevpar a gelan de hatibû qelskirin. Ev komkujî bi hevkariya DAIŞ-AKP'ê hatiye kirin. Xurtbûna hêzên demokrasiyê tê wateya têkçûna AKP û DAIŞ'ê. Ji ber vê yekê, van her du hêzan ji bo pêşî li hevgirtina gelên Kurd û Tirk bigirin û hêzên demokrasiyê bitepisînin, ev komkujî plan kirin û pêk anîn. Ev komkujî di roja ragihandina biryara KCK'ê ya bêçalakîtiyê de hat kirin. Ev yek jî nîşan dide ku ev hêz ji bilî tepisandina hêzên demokrasiyê û avakirina sîstemeke otorîter hegemonîk a li Tirkiyeyê, li tiştekî din nafikirin.

KOMKUJIYA 10'Ê COTMEHÊ LI DIJÎ TÊKOŞERÊN DEMOKRASIYÊ HAT KIRIN

Tişta ku serdestên li Tirkiyeyê gelekî jê ditirse ew e; têkoşîna hevpar a demokrasiyê ya gelên Kurd û Tirk e. Baş pê dizanin, ku eger ev pêk were wê Tirkiye demokratîk bibe û desthilatdariya faşîst a otorîter wê nikaribe li ser piyan bimîne. Ji ber vê yekê, ji bo gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyî negihêjin hev, bi her awayî provokasyonê dikin  û dikevin nava hewldanên şerê psîkolojîk. Dema hevkarî bi gelê Kurd re hat kirin jî, bi komkujiyan kesên hevkariya Kurdan dikin, ceza dikin. Komkujiya 10'ê Cotmehê ji bo cezakirina têkoşerên demokrasiyê yên bi Kurdan re hevkariyê dikin, hat kirin.

Li Tirkiyeyê daxwaza aştî û demokrasiyê tê wateya daxwaza jiyaneke azad û demokratîk ji bo gelê Kurd. Ev yek jî li Tirkiyeyê weke sûcê herî giran tê dîtin. Ji ber ku polîtîkayeke çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd a desthilatdariya AKP'ê nîne, yên daxwaza jiyaneke azad û demokratîk ji bo Kurdan kirin weke sûcdarên herî mezin dît û ceza kir. Komkujiya 10'ê Cotmehê ji ber vê zîhniyetê û polîtîkayê hat kirin. Li Tirkiyeyê kîjan meyla siyasî xwe nêzî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dike, yekser dibe hedef. Dema karakterê hêzên demokrasiyê û çep ên li Tirkiyeyê hatin girtin bên nirxandin, wê ev rastî were dîtin. Eger hêzên demokrasiyê yan jî çep xwe ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd vedigirin, sedema vê yekê ew e ku naxwazin bibin hedefa dewletê.

Komkujiya Enqereyê, ji bo cezakirina mirovên bi gelê Kurd re têdikoşe, hatiye kirin. Kesên li wê meydanê li hev civiyan, ji ber ku bi rastî jî azadî, demokrasî û aştî dixwestin, hatin cezakirin. Yên li Enqereyê hatin kuştin, ne ji ber ku aştiya serdestan dixwestin, ji ber aştiya wekhev dixwestin hatin kuştin. Lê belê yên ku li meydana Garê li hev civiyan weke parêzvanên aştî, demokrasî û azadiya rasteqîn cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girtin.

DEMOKRASÎ, AZADÎ Û AŞTÎ ANCAX BI RUHÊ 10'Ê COTMEHÊ YÊ LI ENQEREYÊ DIKARE PÊK WERE

Bi ruhê 10'ê Cotmehê yê li Enqereyê re demokrasî, azadî û aştiyê dikarin bên Tirkiyeyê. Eger bi ruhê 10'ê Cotmehê li dijî êrîşên AKP'ê ya faşîst têkoşîn bê meşandin, hingî aştî dikare li Tirkiyeyê serdest be. Yên di 10'ê Cotmehê de li Gar a Enqereyê li hev civiyan, welatparêzên rasteqîn ên Tirkiyeyê bûn. Yên ku yekîtiya Tirkiyeyê diparêzin, ev welatparêzên rasteqîn ên Tirkiyeyê ne. Ruhê Gara Enqereyê yê 10'ê Cotmehê, hevgirtina yekîtiya Tirkiyeyê temsîl dike. Ruhê Yenîkapi yê 7'ê Tebaxê jî karakterê faşîst hegemonîk, otorîter û parçebûyîna Tirkiyeyê temsîl dike. Du ruhên li dijî hev in. Kengî ruhê li meydana Enqereyê li dijî yê Yenîkapiyê bi ser bikeve, wê demê wê Tirkiye demokratîk bibe û yekîtiya rasteqîn pêk were.

Bi desthilatdariya AKP'ê ya faşîst re Tirkiye gav bi gav ber bi avakirina sîstemek otorîter hegemonîk faşîst ve diçe. Tirkiyeya ku faşîzma AKP'ê dixwaze, ji bo Kurdan, hemû nasname û baweriyên cihêreng tê wateya qirkirinê û tesfiyekirina hêzên demokrasiyê. Lewma ruhê 10'ê Cotmehê banga têkoşîna hevpar û hevkariya hêzên demokrasiyê ye. Ruhê Cotmehê û dilsoziya bi şehîdan re, bi avakirina eniya demokrasiyê ya hêzên demokrasiyê û têkoşîna li dijî desthilatdariya faşîst a AKP'ê dibe. Eger AKP'ê bi ehmû hêzên faşîst ên dijminên demokrasiyê re tifaq kiribe, lazim e hêzên demokrasiyê jî tifaqa xwe çêbikin û têkoşîneke hevpar bimeşînin.

Em bi minetdarî û rêzdarî şehîdên demokrasiyê yên 10'ê Cotmehê bibîr tînin, bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku bi ruhê 10'ê Cotmehê li hev bicivin û li dijî desthilatdariya AKP'ê ya faşîst têbikoşin.