KCK'ê ji bo gelê Şirnexê banga piştgiriyê kir
KCK'ê ji bo gelê Şirnexê, ku dewleta Tirk zilmeke giran lê dike, banga piştgiriyê kir.
KCK'ê ji bo gelê Şirnexê, ku dewleta Tirk zilmeke giran lê dike, banga piştgiriyê kir.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bal kişand ser rewşa Şirnexê û diyar kir, dewleta Tirk bi hewl dide gelê herêmê teslîm bigire. KCK'ê berxwedana Şirnexiyan a li dijî vê polîtîkaya dewleta Tirk, silav kir.
Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber de hat gotin, Tevgera Azadiyê ya Kurd bi berxwedan û sekna bi rûmet a gelê Şirnexê serbilind e û wê her tim li cem gelê Şirnexê cih bigirin.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Dewleta Tirk di civîna Desteya Ewlekariya Milî ya 30'ê Cotmeha 2014'an de biryar da, ku di bin navê 'asayîşa li her cihî' êrîşî rêxistinên demokratîk û têkoşîna azadiyê ya gelê me bike. Ji ber ku polîtîka û zîhniyeta çareseriya siyasî demokratîk a desthilatdariya AKP'ê nîne, dest bi êrîşên li dijî rêxistinbûna demokratîk û vîna gelê me kir. Lewma Mutabaqata Dolmabahçeyê ku Rêber Apo bi hewldaneke mezin, sebir û nêzîkatiyeke maqûl amade kir, red kirin, tecrîda li ser Rêber Apo şidandin, encamên hilbijartina 7'ê Hezîranê tine hesibandin û 24'ê Tîrmehê roja îmzekirina peymana Lozanê ku destpêka polîtîkaya qirkirina li ser Kurdan e, dest bi êrîşa şerê topyekûn kirin.
GELÊ ŞIRNEXÊ BI LEHENGÎ LI DIJÎ ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ LI BER XWE DA
Piştî ku desthilatdariya AKP'ê di bin navê pêkanîna asayîşê de biryar da êrîşî rêxistinbûyîna demokratîk a tê wateya rêvebirina xwe bike, gelê Kurd xwerêveberî ragihand û li dijî êrîşan ji bo vîna xwerêveberiya demokratîk biparêze dest bi berxwedanê kir. Dewleta Tirk a ku hewl dide vîna gelê Kurd bişikîne û polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, bi tank û topan êrîş kir, bi sedan sivîl kuşt û bajar hilweşand, şewitand. Yek ji van bajaran jî warê nirx û welatparêziya Kurd, bajarê bedew ê Botanê Şirnex e. Dewleta Tirk xwest Şirnexê bike baregeha mêtîngeriya xwe ya qirkirinê, lê belê jê nehat vê bike. Gelê Şirnexê bi nirxên xwe yên xurt ên Kurdewarî û welatparêziya qewîn, her tim li ber mêtîngeriya qirkirinê rabû û bû yek ji navendên bingehîn ên têkoşîna azadî û demokrasiyê.
Ji ber vê karaktera xwe Şirnex bû yek ji bajarên di nava sala bihurî de herî zêde bû hedefa êrîşên mêtîngeriya qirkirinê. Gelê Şirnexê bi lehengiyeke mezin a welatparêziyê li dijî van êrîşan li ber xwe da û careke din nîşan da ku yek ji kelehên berxwedanê yên Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê desthilatdariay faşîst a AKP'ê sûcê li dijî mirovahiyê kir, Şirnex xera kir, şewitand û gelek welatparêz kuşt. Ji bo vîna gelê Şirnexê bişikîne Haci Lokman Bîrlîk li pişt wesayîtê ve girê da, bi erdê re kaş kir û bi vî awayî kuşt.
Li dijî van hemû êrîşên giran, gelê Şirnexê û yekîneyên parastina sivîlan bi lehengiyeke mezin li ber xwe dan û derbeke ku qet nedihat bîra wan li duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê xistin. Hêzên YPS'ê yên derba giran li dewleta Tirk xistin, piştî ku biryargeha YPS'ê taktîka berxwedanê guherand bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriyan. Desthilatdariya AKP'ê ya faşîst, li pêşberî vê berxwedana dîrokî û xwevekişîna serketî, dîn û har bû û ji bo heyfa xwe hilîne êrîşî gelê Şirnexê kir.
ŞÎRKETÊN TEVLÎ HILWEŞANDINA BAJÊR DIBIN, SÛCEKÎ KU NEYÊ EFÛKIRIN DIKIN
Li aliyekî cihên ku di dema berxwedanê de xera nebûn xera dikin, li aliyê din jî nahêlin gel li tax û malên xwe vegerin. Bi vî awayî, di nava vê sermayê de gel mehkûmî binê konan dike û dixwaze vîna gel bişikîne, teslîm bigire. Bi pêşîgirtina li vegera gelê Şirnexê re dixwaze van deveran bike navenda nokeran. Lewma Şirnex kirine bajarê qedexe. Li aliyekî, tevî ku qet şer nîne qedexe dewam dike, li aliyê din jî bi rêya hin şîrketan avahiyên tiştek pê nehatiye, xera dike. Ev şîrket dixwazin ji bo rantê li vir avahiyan lê bikin.
Ev fîrmayên înşaetê, mîna dizên goristanê, xaniyên gel xera dikin û bi vî rengî dixwazin jê bixwin. Ev fîrma sûcekî nayê efûkirin li dijî gel dikin. Lewma em bang li van şîrketan dikin ku xaniyên gel xera nekin. Eger vê nekin, wê sûcê wan girantir bibe. Sedem çi dibe bila bibe, mafê kesî nîne xaniyên gel xera bike.
EM PIŞTGIRIYÊ BIDIN GELÊ ŞIRNEXÊ
Niha li Şirnexê li dijî gelê Şirnexê polîtîkaya zilmê tê meşandin. Li pêşberî vê rewşê, erka ku dikeve ser milê tevahiya gelê Kurd, piştgirî û desteka ji bo gelê Şirnexê ye. Gelê Şirnexê ku bû hedefa êrîşên gelekî giran û bi rengekî dîrokî li dijî êrîşan li ber xwe da, hêjayî her şêwe piştgirî û desteka moralê ye. Gelê Şirnexê rûmeta gelê Kurd di asta herî bilind de temsîl kiriye. Lewma divê gelê Kurd cih li cem gelê Şirnexê bigire. Ji bo gelê Şirnexê di nava şert û mercên dijwar ên zivistanê de tehdê nebîne, divê piştgiriya wan bê kirin. Jiyana gelê Şirnexê jiyana me hemûyan e; pirsgirêkên wan pirsgirêkên me ne. Ji ber vê yekê divê hemû saziyên demokratîk û gelê me, ya pêwîst bikin û piştgiriyê bidin gelê Şirnexê ku di zivistanê de zêde netehibe û bajarê Şirnexê ji berê xweştir bê avakirin.
Anket û nûçeyên ku îdîa dike, 'gelê Şirnexê dixwaze li bajar ûnavçeyên din bijî' hemû derew in. Ji bo gelê Şirnexê koçber bikin û nokeran li Şirnexê bi cih bikin, bi her awayî anket û nûçeyên bêbingeh amade dikin. Divê ne gelê Şirnexê ne jî kesekî din ji van bawer bikin. Gelê Şirnexê dixwaze li taxên xwe, li malên xwe bijî. Lewma divê destek û alîkariya saziyên demokratîk û gelên me di wê astê de be, ku Şirnexî karibin li Şirnexê bijîn û zivistanê bi rehetî derbas bikin.
Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em bi berxwedan û sekna bi rûmet a gelê Şirnexê serbilind in û em ê her tim li cem gelê Şirnexê cih bigirin."