KCK'ê ji bo Fazil Bûldan peyama sersaxiyê weşand
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku ew bi derengî pê hesiyan e welatparêzê hêja Fazil Bûldan wefat kiriye û sersaxî ji malbatê, dostan û gelê Kurdistanê re xwest.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku ew bi derengî pê hesiyan e welatparêzê hêja Fazil Bûldan wefat kiriye û sersaxî ji malbatê, dostan û gelê Kurdistanê re xwest.
Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Welatparêzê hêja Fazil Bûldan, ji ber ku di nava têkoşîna siyasî demokratîk a têkoşîna azadiyê de bû, bû hedefa dewleta Tirk a qirkirinê û mêtînger. Ji bo bicihanîna erkên xwe yên têkoşînê û welatparêziyê neçar ma derbasî Başûrê Kurdistanê bibe. 20 salên dawî yên emrê xwe bi welatparêzên koçî Mexmûrê kirin re li gelek kampan û li Başûrê Kurdistanê derbas kir. Tevî ku li Başûrê Kurdistanê bû, ji bo serketina têkoşîna azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê heta nefesa xwe ya dawî xebitî û bi hesreta azadiya gelê Kurdistanê jiya.
Yên ked dane têkoşîna azadiyê ya gelê me wê ti carî neyên ji bîr kirin û di jiyana demokratîk û azad a gelê me de wê bi keda xwe her hebin.
Kurdistana azad, ku hesreta welatparêzên mîna Fazil Bûldan e, wê ji aliyê têkoşîna me ya azadiyê ve ji sedî de pêk were."