KCK: Divê Newroza 2015'an bibe Newroza herî bi heybet a hemû deman
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bang li tevahiya Kurdan, gelan, bawerî, jin, ciwan, hemû hêzên demokratîk ên şoreşger kir ku bi xurtî tevlî Newrozê bibin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bang li tevahiya Kurdan, gelan, bawerî, jin, ciwan, hemû hêzên demokratîk ên şoreşger kir ku bi xurtî tevlî Newrozê bibin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bang li tevahiya Kurdan, gelan, bawerî, jin, ciwan, hemû hêzên demokratîk ên şoreşger kir ku bi xurtî tevlî Newrozê bibin. Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Pêwîste gelê me Newroza 2015'an de, li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat di her şert û mercî de weke Newroza herî bi heybet û girseyî pîroz bike. Girîng e ev Newroz weke kongreyeke gel a biryardariya vîna RÊBERÊ AZAD û KURDISTANA AZAD were nîşandan, bê pîrozkirin."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedêrên li zîndanan û hemû eniyên têkoşînê, gelê Kurd, hemû gelên Rojhilata Navîn ên bindest û têdikoş in ji dil pîroz kir. KCK'ê got, "Em şehîdên xwe yên wateya dîrokî ya Newrozê rojane kirine, bi berxwedana xwe re rêya me ya têkoşînê ronî kirine, di kesyetiya Mazlûman, Rahşanan, Zekiyeyan, Bêrîvanan û Ronahiyan hemû şehîdên berxwedana Newrozê bi mînetdarî bibîr tînin û li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê biryardariya wan a têkoşîn û berxwedanê esas bigirin û hesreta wan bicih bînin."
'GELÊ ME NEWROZÊ LI QADÊ BI DESTKETIYÊN MEZIN Û TÊKOŞÎNÊ PÊŞWAZÎ DIKE'
KCK'ê da xuyakirin ku têkoşîn û berxwedana hevpar a gelan a bi pêşengiya Medan li dijî Împaratoriya Asûr hat meşandin, îro li Rojhilata Navîn bi pêşengiya Tevgera Azadiyê û Kurdn li dijî hemû hêzên mêtînger, despotîk careke din bi heybetî tê meşandin û got, "Armanca Konfederasyona Kurdistana Demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk, di nava gelên Rojhilata Navîn de rê li ber hêvî, zanebûn, ruhekî hevpar ê têkoşînê vekiriye. Împaratoriya Asûr ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst û hêzên wê yên netewe-dewletê ve hatiye rojanekirin û berxwedana mezin a Med jî di kesayetiya PKK û Tevgera Azadiyê de ji bo jiyaneke demokratîk û azad a gelan di têkoşîna hevpar û neteweya demokratîk de rojane bûye. Kurd bi hişmendî têkoşîn û asta xwe ya rêxistinbûyînê re, bi gelên herêmê re careke din rol û mîsyona diyarkirina pêşeroja Rojhilata Navîn girtiye ser xwe. Çawa ku Kurd azad nebin Rojhilata Navîn a demokratîk û azad ne pêkane, li Rojhilata Navîn a ji jiyaneke demokratîk û azad bêpar jî, ne pêkane ku Kurd hebûna xwe biparêzin, destketiyên xwe yên azadiyê ewle bikin. Ji ber vê yekê perspektîfa neteweya demokratîk a Rêber Apo û modela Xweseriya demokratîk, tevî Kurdan ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn, alternatîfa yekane ya jiyana azad û demokratîk e. Şoreşa Rojava, Berxwedana Kobanê û Şengalê û Tevgera Azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê mînakên şênber ên vê yekê ne.
Gelê me Newroza 2015'an li ser vê bingehê, bi destketiyên mezin, bi moraleke bilind li her qadê bi awayekî rêxistinbûyî û bi asteke têkoşînê ya biryardar pêşwazî dike."
KCK'ê got, "Şoreşa Rojava di afirandina Sûriyeya demokratîk de rola pêşeng girtiye ser milê xwe" û ev xal destnîşan kir:
"Başûrê Kurdistanê li dijî faşîzma DAIŞ'ê veguheriye eniya berxwedanê. Civata me ya Êzidî ji bo afirandina rêveberiya cewherî ya demokratîk a li Şengalê meclîsa xwe ragihandiye. Li Bakurê Kurdistanê jî pêvajoya çareseriya demokratîk a Rêber Apo daye destpêkirin, bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê xurt kiriye, rastiya Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad nêzîktir kiriye. Di roja îro ya ku li hemû parçeyên Kurdistanê têkoşîna jiyana demokratîk û azad tê meşandin de, li Rojhilatê Kurdistanê jî vîna jiyana demokratîk û azad a gelê me xurtir bûye. Gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê alternatîfa xwe ya jiyana azad û demokratîk li ser bingeha muzakereyê demokratîk ferz dike, lê di heman demê de ji her şêweyê têkoşînê re amade ye.
'DIVÊ NEWROZA 2015'AN BIBE MIZGÎNIYA KONGREYA NETEWEYÎ Û AVAKIRINA HÊZA HEVPAR A PARASTINÊ'
Li ser vê bingehê divê divê Newroza 2015'an bibe mizgîniya pêkhatina yekîtiya neteweyî ya Kurdan, kongreya neteweyî ya Kurdan û avabûna hêza hevpar parastinê. Di demeke ku li Rojhilata şerê avabûna hevsengiyên nû dijwar dibe de li ser bingeha kongreya neteweyî avabûna yekîtiya neteweyî, weke berpirsyariyeke dîrokî li pêş hemû hêzên siyasî ye. Asta rêxistinbûyî û têkoşînê ya gelê Kurd, eger yekîtiya neteweyî pêk were dikare jiyana demokratîk û azad a li çar parçeyên Kurdistanê ewle bike."
'EM BI XURTÎ TEVLÎ PÎROZBAHIYÊN NEWROZÊ BIBIN'
Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Pêwîste gelê me Newroza 2015'an de, li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat di her şert û mercî de weke Newroza herî bi heybet û girseyî pîroz bike. Girîng e ev Newroz weke kongreyeke gel a biryardariya vîna RÊBERÊ AZAD û KURDISTANA AZAD were nîşandan, bê pîrozkirin.
Bi vê wesîleyê em bang li tevahiya Kurdan, gelan, bawerî, jin, ciwan, hemû hêzên demokratîk ên şoreşger kir ku bi xurtî tevlî Newrozê bibin, em careke din Newroza gelê me, hemû gelan, baweriyan û her kesî pîroz dikin."