KCK: Beşek ji medyaya Başûr weşanên provokatîf dike

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Ev provokasyon û xweferzkirin, di demeke ku li Bakurê Kurdistan hilbijartineke dîrokî tê kirin û li Rojhilatê Kurdistanê di navbera gerîlayên YRK û artêşa Îranê de pevçûn diqewimin de, pêk tên."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Ev provokasyon û xweferzkirin, di demeke ku li Bakurê Kurdistan hilbijartineke dîrokî tê kirin û li Rojhilatê Kurdistanê di navbera gerîlayên YRK û artêşa Îranê de pevçûn diqewimin de, pêk tên. Ev rastî nîşan didin ku ev provokasyon û xweferzkirin xwedî gelek armancan e."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji bo were nîşandan PDK-Î û PKK di nava pevçûnê de ne ev demeke weşanên tevdan û provokatîf tên kirin. Hevserokatiyê destnîşan kir ku di demeke li çar parçeyên Kurdistanê gerîla li dijî hêzên mêtînger û rêxistinên taşeron ên dijminê Kurdan têdikoşe de, afirandina provokasyonên rê li ber rageşiya di navbera pêşmergeyên PDK-Î û gerîlayên HPG'ê de vedikin, manîdar e. 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Beriya hilbijartina li Bakurê Kurdistanê ku tevahiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn eleqedar dike de rûdana provokasyon û tevdanên bi vî rengî, tê dîtin ku xwedî hin armancan e" û destnîşan kir ku di demeke li Rojhilata Navîn hevsengiyên berê xera bûne, ji bo statuko û hevsengiyên nû yên Rojhilata Navîn têkoşîn tê dayîn û yekîtiya di navbera Kurdan de gelekî girîng e de, hewldanên ku nîşan didin Tevgera Azadiyê ya Kurd bi rêxistineke din a Kurd re di nava pevçûnê de ye, provokasyon û xweferzkirinên bi vî rengî, ji bilî hêzên mêtînger û dijminên Kurdan bi kêrî kesî nayên.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da zanîn ku reşkirin û êrîşên hin organên weşanê û derdorên Başûrê Kurdistanê yên li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd ku bi şêweyê kampanyayekê dimeşînin, nîşan dide ku ev provokasyon û xweferzkirin bi awayekî plankirî hatine kirin. 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ev xal destnîşan kir: "Bala xwe bidinê; ev provokasyon û xweferzkirin, di demeke ku li Bakurê Kurdistan hilbijartineke dîrokî tê kirin û li Rojhilatê Kurdistanê di navbera gerîlayên YRK û artêşa Îranê de pevçûn diqewimin de, pêk tên. Ev rastî nîşan didin ku ev provokasyon û xweferkirin xwedî gelek armancan e. Di demeke ku Tevgera Azadiyê ya Kurd xebatên yekîtiya neteweyî dimeşîne, pevçûna li hemberî partî û komên Kurdan li aliyekî, ji bo afirandina hevkariyê ji her alî ve di nava hewldanan de ye de, hewldana derxistina rageşî û pevçûnê fikaran derdixîne holê ku li pişt vê yekê hin hêzên cuda hene.

Her çend di mijarên cuda de em xwedî nêrîn û nêzîkatiyên cuda bin jî, heta niha bi PDK-Î re ti rageşî û pirsgirêkek rê li ber pevçûnê veke, nehatiye jiyîn. Bi hin wesîleyan re di demên cuda de hevdîtinên me jî çêbûn, çêdibin. Ji ber vê yekê, di rewşeke ku ti pirsgirêk tineye de rûdana rageşî û pevçûna nehat xwestin nîşan dide, ku li naverastê nêzîkatî û tevdanên bi niyeta xerab hene.

Beriya niha bi panzdeh rojan, pêşmergeyên PDK-Î, bêyî agahiyê bidin ketine Herêmên Parastinê yên Medyayê ku ev bîst û pênc sal in di bin serweriya gerîlayên azadiyê de ne. Di destpêkê de gotine 'Em ê derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibin'. Hêzên me destûr dane wan ku derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibin. Piştî demeke maqûl derbas nebûne, soza xwe bicih nenanîne û bi gotina 'Em ê li vir bimînin û bacê bistînin' xwe ferz kirine. Tevî ku bi sedan kîlometre sînorê Rojhilatê Kurdistanê heye û ji bilî Herêmên Parastinê yên Medyayê herêmeke gelekî berfireh heye, beyî agahdarkirinê hatina herêmên gerîla yên bîst û pênc sal in din kontrola gerîla de ne û ferza 'Em ê li vir bimînin' bi ti awayî bi niyeteke baş nayê vegotin. Tevî ku sînorekî gelekî dirêj ê Rojhilatê Kurdistanê heye û herêmên berfireh ên karibin lê bimînin hene jî, di derbasbûna li Herêmên Parastinê yên Medyayê de ti astengî nehatiye derxistin. Lê belê rewşa qewimiye nîşan daye ku armanca wan ne derbasbûna ji sînor e. Ji nişka ve ferz kirin û gotin em ê li vir bimînin. Ev yek nîşan dide ku niyeta PDK-Î cuda ye û hin hêzan ew dehf dane.

'DIVÊ HEMÛ HÊZÊN KURDISTANÎ BI BERPIRSYARIYA XWE RABIN'

Hêzên PDK-Î yên bêyî agahiyê bidin hatin herêmê û ferz kirin ku bi zorê li herêmê bimînin, beriya sê rojan dor li yekîneyeke me ya biçûk a gerîla girtin û xwestin vê yekîneya me bê bandor bikin. Tîma me ya gerîla dema bi rewşê hesiya, ji pêşmergeyên PDK-Î xwest vê helwesta xwe biterikînin û ji rewşa pevçûnê derkevin. Tevî hemû hişyariyan jî dest ji vê tevgera xwe bernedane û ketine nava pevçûnê. Di vê pevçûna ku me nedixwest, me rast nedît û em pê xemgînin de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest daye, pêşmergeyek jî birîndar bûye. Pêşmergeyê birîndar piştî pevçûna nedihat xwestin, ji PDK-Î'yiyan hat wergirtin, li nexweşxaneya me hatiye tedawîkirin. Ev rewşa qewimî nîşan da ku pêwîste hemû hêzên siyasî yên Kurd hîn bêhtir bi berpirsyarî rabin.

Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd, ji destpêkê ve em bi xwînsarî tevgeriyan û me hewl da armanca vê provokasyonê pûç bikin. Tevî ku ti agahî nedan jî destûr ji wan re hat dayîn ku heta demek maqûl li herêmê bimînin û piştre derbas bibin. Ti pirsgirêk nehatiye derxistin. Tevî vê yekê jî bi xweferzkirinan re pirsgirêk derxistin û bi nêzîkatiyeke bêberpirsyarî rê li ber pevçûnan vekirin.

Li hemberî van xweferzkirinan em bêdeng man û bi rêya hevdîtinan me hewl dan pirsgirêkan çareser bikin. Me nexwest pirsgirêkên ji ber xweferzkirinan rû dane, bi rêya çapemeniyê bixin rojevê. Lê belê hin ji organên çapemeniyê yên li Başûrê Kurdistanê bi rojane vê rewşê ji bo tevdan û mezinkirinê, di rojevê de radigirin, bi weşangeriyeke yekalî raya giştî bi şaşî agahdar dikin û bi vî rengî hewl didin der heqê Tevgera Azadiyê ya Kurd de nêrînên şaş biafirînin. Vê rewşê rê li ber fikaran vekiriye, ku ev yek ji bicihbûna bê agahdarî û derxistina pirsgirêkan ji aliyê PDK-Î wêdetir, rewşeke cuda îfade dike."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku di demeke bi vî rengî ya dîrokî pêkane ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bi hêzeke din a Kurd re bikeve nava pevçûnan û got, "Di heman demê de nepêkane ku em li hemberî têkoşîna rêxistineke Kurd a li hemberî hêza mêtînger de, bibin asteng. Mînakeke bi tenê jî nîne ku heta niha em ketine nava helwesteke bi vî rengî. Gotinên bi vî rengî propagandayên xwedî mebest ên dûrî rastiyê ne; Gotinên şerê psîkolojîk û taybet in, ku li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd ji aliyê navendekê ve tê birêvebirin.

Rêxistinên Kurd bêyî bikevin nava beraliya hêzên cuda, pêwîste pirsgirêkan bi rêya diyalogê û li gorî berjewendiyên gelê Kurd çareser bikin. Berpirsyariya hemû rêxistin, parî û hêzên siyasî yên Kurd e, ku di rewşên bi vî rengî de li şûna helwestên tevdan û mezinkirinê, bibin alîkar ku pirsgirêk bi şêweyê yekîtiya Kurdan û xurtkirina têkoşîna hevpar bên çareserkirin.

Divê tevahiya gelê me û raya giştî zanibe, ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ti carî, ji bilî têkoşîna ji bo jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd û pêşvebirina vê têkoşînê, wê nekeve nava ti nêzîkatiyeke cuda. Em ê nekevin nava ti helwesteke yekîtî û têkoşîna gelê Kurd qels dike. Di heman demê de em ê li dijî van polîtîka û helwestan, her tim bisekinin.

Ev pirsgirêka ku di demeke diviyabû nebûya rû da, ne pirsgirêkeke çareser nebe ye. Ev pevçûna ku rê li ber mirina pêşmergeyekî vekir dikarîbû rû nedabûya û pirsgirêk bi rêya hevdîtinê dikarîbû çareser bibûya. Ji bo hurmeta li bîranîna pêşmergeyê jiyana xwe ji dest da, pêwîste pirgirêk bi hevdîtinan were çareserkirin û ev yek di bin berpirsyariya hemû rêxistinên Kurd de ye. Em ê bi vê berpirsyariyê rabin. Em bawer in ku her kesê jî bi vê berpirsyariyê rabin."