Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, der barê êrîşên bombeyî yên li Edene û Mersînê li dijî HDP'ê hatin kirin de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku berpirsyarê hemû êrîşan Hikûmeta AKP'ê ye, ku HDP weke dijmin û xetere nîşan dide. KCK'ê ji bo pêşeroja Tirkiyeyê banga xwedîderketina li HDP'ê li hemû gelên Tirkiye û hêzên demokrasiyê kir.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, der barê êrîşên bombeyî yên li Edene û Mersînê li dijî HDP'ê hatin kirin de daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK'ê diyar kir ku êrîşên bi hefteyan e li dijî HDP'ê tên kirin ketine qonaxeke nû û got, "Avahiyên HDP'ê yên Edene û Mersînê, bi armanca kuştinê hatine bombekirin, hin HDP'yî birîndar bûne. Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin û şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin."
'AKP'Ê HEDEF NÎŞAN DA, ÊRÎŞ PÊK HATIN'
KCK'ê diyar kir ku ev bombekirin, rasthatin an jî encama nerazîbûneke şexsî nîne û destnîşan kir ku pêwendiya van êrîşan bi hedef nîşandan û propaganda AKP'ê ve heye, ku dijberî û dijminatiyê li HDP'ê dike. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dema zimanê êrîşkar ê AKP'ê were nirxandin, pêkane ku êrîşên mezintir rû bidin." Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Aşkera ye; eger ev zimanê êrîşkarî û dijberkirinê yên AKP di kampanya xwe ya hilbijartinê de bikar tîne di salên 1960'î-1970'yî de bihata bikaranîn, wê şerekî navxweyî derketibûya. Rayedarên AKP'ê ji her alî ve hesasiyet û pêşhikumiyan tev didin û tehrîk dikin. Zimanê ku li dijî siyaseta Kurd di ti demê de nehatiye bikaranîn, di vê demê de tê bikaranîn. Eger pevçûnên civakî rû nadin, sedema vê yekê helwesta bi berpirsyarî ya Kurdan, civakên ji bawerî û etnîkên cuda ye. Nehatine li tehrîk û provokasyonên AKP'ê ye.
Di demên berê de eger bi vî zimanê AKP'ê partiyek daketibûya meydanan û propaganda hilbijartinê bikira, wê îdîaya 'baweriyên olî û koka etnîkî ya gelekî tehrîk kiriye û sûcê derxistina şerê navxweyî kiriye' bihatina darizandin. Di dema AKP'ê de rencîdekirina bawerî û kokên etnîkî yên civakê û bi rêya bawerî û koka etnîkî re li hev rakirina civakê, asayî bûye.
Serokkomar Tayyîp Erdogan dibêje 'Pirsgirêka Kurd nîne, yên behsa hebûna pirsgirêka Kurd dike ew cihêkar e'. Bi dehan salan, bi van gotinan civak li hemberî Kurdan dane êrîşkirin. Ev zimanê tevdan û sorkirinê ku duh ji aliyê partiyên cuda yên siyasî ve dihat bikaranîn, îro ji aliyê hikûmeta AKP'ê û berdevkên wan ve tê bikaranîn. Bi taybetî HDP hedef tê nîşandan. Ji ber vê yekê, ji hilbijartinên beriya niha bêhtir êrîşî buroyên HDP'ê dikin. Berpirsyarê van hemû êrîşan Hikûmeta AKP'ê ye ku HDP'ê weke dijmin û xetere nîşan dide. Dixwazî hikûmeta AKP'ê û rêxistinên îstîxbaratê yên pê ve girêdayî kiribe, dixwazî hin kesên ji zimanê êrîşkariyê yên AKP'yiyan hêz wergirtibin û êrîş kiribin; berpirsyar Hikûmeta AKP'ê ye. Ji xwe heta roja îro Hikûmeta AKP'ê li hemberî van êrîşan gotineke bi tenê jî negotiye. Piştî ku hikûmeta AKP'ê ev çend rojên dawî ye ji ber bêdengiya xwe ya li pêşberî van êrîşan teşhîr bûye, di mijara bûyerên dawî de neçar maye peyamên şermezarkirinê biweşîne. Li hemberî vê yekê Cîgira Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan gotiye, 'Bila dev ji zimanê xwe yê êrîşkariyê berdin, şermezarkirinên wan bila ji wan re bin'. Bi dîtina me jî eger Erdogan û berdevkên AKP'ê wî devê xwe yê nexêr bigirin, wê xêra herî baş bikin."
'AKP VEGUHERIYE REWŞEKE GELEKÎ XETERE'
KCK'ê destnîşan kir ku Hikûmeta AKP'ê bi ti awayî ne xwedî zîhniyetekî demokratîk e û got, "Mîna partiya tekane dixwaze timî li ser desthilatdariyê bimîne. Ne partiyeke ku hatin û çûyîna bi hilbijartinê qebûl kiriye. Mîna partiyên tekane xwe weke xwediyê dewletê dibîne. Piştî ku dît HDP bi derbasbûna ji bendê re wê li pêşiya sîstema otorîter a dixwaze bi guhertina destûra bingehîn re ava bike, bibe asteng, dest li hilbijartinê werda ye. Zimanê li dijî HDP'ê tê bikaranîn û êrîşên tên kirin, destwerdanek ji bo pêşîgirtina li têkçûna AKP'ê ye. AKP qebûl nake ku bi deng, bi hilbijartinê re qels bibe. Ev zîhniyet û rewşa ruhî, AKP veguherandiye rewşeke xetere. Li Tirkiyeyê partiya niha ya herî xetere AKP ye."
'DIVÊ AKP DEST JI POLÎTÎKAYÊN XWE YÊN ÊRÎŞKARIYA BI DIJMINATÎ BERDE'
KCK'ê di dewama daxuyaniya xwe de got, "Pêwîste AKP karibe xwe li derbasbûna HDP'ê ji bendê rabigire, dest ji polîtîkayên xwe yên êrîşkariya bi dijminatî berde" û ev xal destnîşan kir: "Divê ne tenê li AKP'ê, li berjewendiyên Tirkiyeyê, aştî, aramî û pêşerojê bifikire. Afirandina rageşiyê li dijî gelê Kurd, tinehesibandina vîna demokratîk a gelê Kurd bi têkoşîna bi salan derxistiye holê, pêşîgirtina li xwegihandina Kurdan li gelên Tirkiyeyê û astengkirina çûyîna Meclîsê, ji bo Tirkiyeyê ne xêr e. Ji bo AKP'ê jî ne xêr e.
Divê AKP dest ji polîtîkayên xwe yên dijberiya li hêzên demokrasiyê berde. Li şûna astengkirina tevgera hevpar û yekîtiya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê, divê li ser navê Tirkiyeyê ji vê kêfxweş be. Derbasbûna HDP'ê ji bendê wê li berjewendiya gelên Tirkiyeyê were. Ya li berjewendiyên gelên Tirkiyeyê tê, divê weke rewşeke kêrhatî ya ji bo berjewendiyên hemû partiyên siyasî were dîtin.
Em careke din bang li Hikûmeta AKP'ê dikin ku dev ji zimanê xwe yê êrîşkar û tevdanê berde. Pêşîgirtina li vîna demokratîk û yekîtiya gelên me, dijminatiya li demokrasî û Tirkiyeyê ye.
AKP bi van êrîşan re dixwaze gelê ku demokratîkbûyîna Tirkiyeyê dixwaze çavtirsandî bike. Girîng e hemû gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê xeteriya vê polîtîka AKP'ê bibînin û ji bo xwedîderketina li pêşeroja Tirkiyeyê, xwedî li HDP'ê derkevin. Bi nerazîbûnên demokratîk re divê li hemberî provokasyonên AKP'ê were rawestîn, bi dengên xwe re HDP'ê bi awayekî serketî ji hilbijartinan derxînin. Serketina HDP'ê wê serketina temamiya Tirkiyeyê be, wê bibe sedem ku Tirkiye zincîra li lingên xwe bişikîne û ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn bibe ronahiya hêviyê."