Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) diyar kir ku, geşedanên li Sûriyeyê yê di derbarê kurdan de wan dixe nava fikaran. Her wiha bang li gelê Kurd kir ku, xwedî li Kurdên Rojava derbikevin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di derbarê geşedanên li Sûriyeye yên li dijî kurdan pêk tê de daxuyanî da çapemeniyê. KCD'ê di daxuyaniya niviskî de diyar kir ku, geşedanên li Sûrî li hemberî kurdan pêk tê wan dixe nava fikaran û wiha got: "Tirkiye piştî ku kurdên Rojavayê Kurdistanê rêveberî xist bin destê xwe dixwaze komên çeteyan li herêmê pêş bixe û li dijî kurdan rêxistinên din ava bike. Dixwaze komên çeteyên îslama redîkal û çekdarên ku ji Ukrayna tên li hemberi kurdan bikar bînin. Ev me dixe nava fikaran.
Li dijî kozikên YPG'ê bi tang û topan êrîş dikin û welatiyên sivîl qetil dikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li kurdên Rojava xwedi dekevin û li hemberî van zextên ku li ser wan tên meşandin bêdeng nemînin. Em dibêjin kurdên Sûriyeyê ne bi tenêne. Divê kurdên ku li çar aliyê Kurdistanê dijîn bêtir li hev xwedî derkevin û yekîtiya xwe xurt bikin. Divê li ser hîm û bingeha têkoşîna neteweyî berxwedana xwe xurt bikin. Em bang li hemû gelê Kurdistanê dikin ku yekîtiya neteweyî xurt bikin û li kurdên rojava xwedî derkevin."