Parlementera BDP'ê ya Qersê û endama Kordînasyona Lijneya KCD'ê Mulkiye Bîrtane, têkildarî operasyonên KCK'ê ku îro li Êlih, Mêrdîn û Sêrtê pêk hatin diyar kir ku, ew wek KCD'ê van êrîşan şermezer dikin. Bîrtane da zanîn ku, gelê Kurd dê li hemberî van operasyona bê deng nemîne û dê têkoşîna sazî û gel xurtir bibe.
Polîs û leşkeran di serdegirtina mal û kargeriyan de di nav de rêveberên BDP'ê MEYA-DER û KURDÎ-DER'ê Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak jî heyî herî kêm 80 kes ku hatin binçavkirin. Parlementera BDP'ê ya Qersê û endama Kordînasyona Lijneya KCD'ê Mulkiye Bîrtane, têkildarî operasyonên KCK'ê ku îro li Êlih, Mêrdîn û Sêrtê di ser gelek malên BDP'ê, şaredarî, saziyên ÎHD, KURDÎ-DER, MEYA-DER û saziyên din de girtin de daxuyanî da.
Daxuyanî li avahiya KCD'ê pêk hat. Bîrtane diyar kir ku, ew gelê Kurd bi operasyonên qirkirina siyasî rû bi rû û ne û got vê sibê jî li Êlih, Mêrdîn û Sêrtê pêk hatin. Bîrtane anî ziman ku, operasyon ji aliyê tîmên taybet û polîsan ve pêk hatiye û di ser gelek saziyên wan ve girtine. Bîrtane destnîşan kir ku, gelek saziyên civakî sivîl jî di nav operesyonê de cihê xwe girtine û wiha got: "Nêzî 80 kesî mirovên me hatine binçavkirin. Di nav wan de rêveberên partiya me, gelek sazî û komeleyan hene. Ji sala di 2009'ân ve kesê ku hatine hilbijartin, bi taybetî êrîş li ser wan pêk tên. Her roja ku diçe ev êrîş zêde dibin. Li hemberî vê yekê berxwedana gelê Kurd jî bê navber û saziyêna wan di dome. Li hemberî qirkirinê berxwedanek dijwar jî tê kirin. Di 3 salên dawî de gelê Kurd serê xwe ne tewandiye û berxwedana xwe berdewam dike."
'EM WEK KCD'Ê VAN ÊRÎŞAN ŞERMEZER DIKIN'
Bîrtane da zanîn ku, di nav kesê hatine binçavkirin de şaredar Selîm Sadak û endamê meclîsa KCD'ê û Serokê KURDÎ-DER'ê ya Şaxa Êlihê Şêhmus Aslan jî heye û wiha got: "Em wek KCD'ê van êrîşan şermezer dikin. Em dibêjin ku siyaseta AKP'ê ya ku ji hêla demokratîkbûnê ve, her tim gotinê xwe di parêze. Bila hinek van siyaseta xwe li hemberî kurdan ya siyasî bila li ber çavên raya giştî derbaz bike.banga me wek KCD'ê ji bo AKP'ê eve. Bila dengê xwe bide dengê gelê kurd û têkoşîna gelekî."
Parlementera BDP'ê Bîrtane destnîşan kir ku, ev operasyonê ku li ser saziyên gelê Kurd pêk tên ne qebulkirina xweseriya demokratîke û wiha axivî: "Tu carî naxwazin ku gelê Kurd di nav vê pergalê de sazîbuna xwe bir êve bibe. Tê wateya ku bila kes xebat ne meşîne. Em dê jî li gorî pergala xwe, di çarçevey xweseriya demokratîk de kar û xebatê xwe bi domînin. Ev operasyon ne destpêkê û ne jî dawî ne. Gelê Kurd di vê zanînê de ye. Têkoşîna gelê Kurd di aliyê hişmendiyê de gihîştiye astekî herî bilind. Ev tevger bûye malê gel dê gel jî li vê yekê xwedî derê."
Bîrtane têkildarî xebat û bernameya KCD'ê yê meha Kanunê agahî da û got dê ew di vê mehê de li 17 bajarên heremê li ser rewşa xweseriya demokratîk panelan li darbixin.
Bajarên ku panela xweseriya demokratîk lê bên li darxistin wiha ye: Amed, Êlih, Mêrdîn, Şirnex, Riha, Dêrsim, Bedlîs, Sêrt, Agirî, Îdir, Erzerom, Erdexan, Qers, Çewlik, Mûş, Xarpêt Erzîngan.