KCD: Têkoşîna gelê me têkoşîna mirovahiyê ye
Encamnameya Kongreya Awarte ya Kongreya Civaka Demokratîk hat eşkerekirin.
Encamnameya Kongreya Awarte ya Kongreya Civaka Demokratîk hat eşkerekirin.
Encamnameya Kongreya Awarte ya KCD’ê hat eşkerekirin. Di encamnameyê de wiha hat gotin: “Kongreya me, careke din binê wê xêz dike ku bingeha têkoşîna gelê me yê Kurdistana Rojava û Bakur dimeşîne têkoşîna mirovahî, azadî û demokrasiyê ye; bangê li hemû hêzên demokrasî yên navneteweyî û raya giştî dike ku li hember şerê înkar û îmhaya ku li hember gelê me tê kirin bisekinin û li bergelê me cih bigrin.”
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) encamnameya kongreya xwe ya awarte ya îro li dar xist eşkere kir. Di encamnameya kongreya awarte de hat gotin ku kongre di 26’ê Adarê Hefteya Qehremantiyê de di pêvajoyek pêşketinên dîrokî tên jiyîn de hatiye lidarxistin, wiha hat gotin: “Di Rojhilata Navîn de pêşketina daxwaziyên demokrasî û azadiyê yên ku di pêvajoya siyasî û civakî re derketine holê ji bo raperînên gelên Rojhilata Navîn û Efrîkayê re jî bingeh amade kiriye, hemû herêma me bisiruştekî siyasî û civakî re û bi pêkanînên serûbino re rû bi rû maye.
Di Rojhilata Navîn û di pêvajoya van her du salên dawî de bi pêşketinan re jî xuyabû ku pergala dîktatorî ya ku heyî êdî ne hebûn ne jî xweberdewamkirina wê ne pêkan e.
Êdî serhildanên hemû gelên Rojhilata Navîn ên ku li hemberî diktatorên zilumkar, mêtînger û mafnenas wê bibe temelê herî bingehîn ê rizgarkirina zîhniyeta paşvemayî û di wateya herî rastî de pêkanîna şert û mercên jiyana azad û demokrasiyê ye.
Bi destpêkê ji Tûnis û gelek welatên Efrîkayê û Rojhilata Navîn rastiyeke belavbûyîna raperîna gel, gelek rasteqînên şênber derxist holê.
Ew jî ev e; pêşeroj ji perspektîfê bê par e, bîrdozî, Rêbertî, Rêxistinkirina tevgerên gelên ku pirsgirêkên xwe yên stratejîk û hevalbendî çareser nekirî bi şansê serkeftinê nîn e.
Tevgera Kurd a Azadiyê li hemberî hemû polîtîkayên êrîş, zext, tunekirin û tunehesibandinê bi zêdebûna civakbûyînê ya di Rojhilata Navîn de sedemên bingehîn a serkeftina rêvebirina vê hemleya demokrasî û azadiyê, ceribandin û têgîhîştinên têkoşîna 40 salan bi awayekî zanistî çareserkirina pirsgirêkan û jiyîna pergaleke Xweseriya Demokratîk e.
Tevgera Kurd a Azadiyê di serî de dewleta Tirkiyeyê û gelek zîhniyetên herêmê yên paşvemayî û hêzên emperyal ji bo bê ruxandin sedemên ku wekî tehdît dibîne yê herî bingehîn ev e. Ji ber ku Tevgera Kurd a Azadiyê ne ji bo tenê desthilatdar biguhere, bi awayekî stratejîk ji bo pergalekî alternatîf a demokratîk, azadî û komînal têdikoşe.
Rêberê gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan di Newroza 2013’an de bi rêya nameya xwe da xuyakirin ku ji bo netew û navneteweyan û hemû mûhataban, bangawaziya pêvajoya çareseriyê ya demokratîk û aştiyane yê bi piştgiriya civak û raya giştî kir. Di pêvajoya bi mûtabeqata Dolmebexçeyê re jî di mijara mûzekereyan de wekî vînekî hevpar ji raya giştî re bernameyekî şênber hat rêvebirin.
Lê belê, bi derbeya qesrekê dawî li pêvajoyê anîn, li hemberî gelê Kurd û hêzên demokratîk konseptekî şerê qirêj hat destpêkirin. Sedemên vê yên bingehîn di serî de wekî Tevgera Kurd a Azadiyê li Rojavayê Kurdistanê û li Rojhilata Navîn afirandina modelekî ya demokratîk û jiyîna vê alternetîfê ye.
Îro li gorî pêşketin û sepandin a cîhanê hewce dike ku awayê reveberiyê demokratik bê. Demokrasiya xwecihî û yê ji wê cudatir naskirina raseniya wî û gavên yekemîn ji bo demokratîkkirina vê pêvajoyê.
Di Tirkiyeyê de ji ber piraniya çandan, nasnameyan û baweriyan divê civakek mozayikî derkeve holê, demokratiyek xwecihî pêwîst e ji bo civakek demokratik û tê rojevekirin .
Li ser vê rastiya gelê me, demokrasiya xwecihî ku dixwest pêk bînê , dixwazê binpê bike. Armanca komkujiya ku li ser gelê me dimeşînin li Sûrê , Cizîr , Nisêbînê , Gever, Farqîn û derên din .. li bajarên Kurdistanê komkujî û birîndarên giran, koçberkirin, tinekirina dîrok û çanda me, bê guman xirakirin û şewitandina ku bi dawiya wê texrîbatên mezin bînin holê.
Gelê Kurd û li hemberê van êrîşan xweseriya xwe ya demokratik eşkere kir û di cihê ku hate eşkerekirin ew platforma berxwedanê bilindkir, baweriya me bi serkeftina gelê me û rewatiya xweparastinê jî tînin ziman. Li gorî hemû êrîşan, qutufandin û şerê psîkolojik ê ku dijmin li ser gelê me dimeşînê , gelê me serî netewand û newroza xwe jî pîroz kir bi seknekî rast û bê tirs.
Kongreya me rêz digrê bi kesayetiya şehîd Mehmet Tunç ,Seve Demîr û şehîdên ku hatin kuştin li Silopiya , Şirnex , Cizîr , Nisêbînê , Gever, Farqîn, Kerboran û hemû bajarên Kurdistanê yê ku tevlî berxwedanê bûn, berxwedan û bîranînên wan hêz da me ku em biryara dewamkirina vê berxwedanê bigrin û pêk bînin.
Kongreya me, ji ber vê berxwedana ku gelê me bi qehremanî û awayek destanî rêveberî kiriye û ew vîna ku di Newrozê nîşan da û danî holê bi xwedîderketina pêşerojê em slav dikin , dewlet dema ku vê hêzê ji gelê me dibînê bersiva xwe bi şer dide , em ji bo destpêka mûzakereyê bangewazî dikin.
Kongreya me, ew tecrîda ku li dijî Serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin , em bangawazî dikin ku ev rewşa ne tendirûstî bê bidawîkirin û carek din dibêjin azadî ji bo Birêz Ocalan û ji bo dabînkirina tiştên me anî ziman, pêvajoya aştiyê ,diyalog û mûzakere divê ji nû ve bê destpêkirin û pirsgirêka Kurdan a demokratik bi awayek aştîxwaz bê çareserkirin.
Kongreya me û bi taybetî Kurdistan û bi tevahî Tirkiyeyê ew şerê qirêj û ev rewşa ku tê jiyîn bi taybet îdialiyê jinan û zarokan ji hetkandin û kedxwarî bi taybetî em şermezar dikin û em li bere jina ne li hemberî vê nakokiyê.
Kongreya me, di bin navê “gelemperî” de talankirina arasteyî, çand û qadên jiyanê yên gelê me yên li Sûrê û Silopiyayê bi tundî şermezar dike û vê wek parçeyeke polîtîkaya tolgirtinê û “cezakirina” gelê me dibîne. Em di vê mijarê de destnîşan dikin ku em ê bi hemû sazî û rêxistinên civaka sivîl û bi gelê xwe re li hember vê bisekinin û têkoşîna xwe bi biryarî berdewam bikin.
Kongreya me, sepandin û polîtîkayên girtin, binçavkirin, qutifandin û tundiya ku dewlet û hikûmeta AKP’ê di serî de li hember hêzên demokrasiyê, xebatkarên çapemeniyê û mirovên zanist bi tevahî li hember muxalefeta demokratîk bi pêşxistine wek gefeke li hember Demokrasiya Tirkiye û dahatuya me ya hevpar dibîne û bi tundî şermezar dike. Bi vê hişmendiyê destnîşan dike ku li ber hemû hêzên demokratîk cih digire.
Kongreya me polîtîkaya ku arasteyî rakirina destnedaniyên Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan ku bi vîna cewherî ya gelê me hatine hilbijartin hatiye bi pêşxistin napejirîne û destnîşan dike ku di vê mijarê de heta dawiyê wê li kêleka têkoşîna Parlamenterên xwe be.
Kongreya me, biryara ‘Federasyona Demokratîk a Suriyeya Bakur-Rojava’ ku ji bo gelên Rojava û hêzên demokratîk ku ji hêla Yekîtî û avakirina Suriyeya Demokratîk ve gelek pêwist e wek biryareke dîrokî dinirxîne û piştgirî dide. Vê wek rû dana mafê Self Determînasyonê dibîne.
Kongreya me, destnîşan dike ku li parçeyên Kurdistanê em di demekî dîrokî ku gelê me herî zêde nêzî azadiyê ye derbas dibin û bang dike ku hemû hêzên Kurdistanî û partiyên siyasî bi hişmendî û ruhê Yekîtiya Neteweyî bi têkoşin; ji helwest û daxuyaniyên ku zirarê didin berjewendiyên gelê me xwe dûr bidin; bangawazî ji bo destpêkirin û pêkanîna xebatên Kongreya Neteweyî ku ji hêla Yekîtiya me ya Neteweyî û dahatuya me ve gelek girîng û stratejîk e dike.
Kongreya me, destnîşan dike ku têkoşîna ku gelê me li hember çeteya terorê ya DAÎŞ’ê ku li herêma me bi piştgirî û parastina mihraqên hêzên sixur û paşverû ve li ser serê gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn hatine ferzkirin û li hember ên wek wan dide meşandin wek astengkirineke ye ku mirovahiyê diparêze. Kujeriyên terorîstî û wehşî ku çeteyên terorê yên DAÎŞ û yên wek wê li Fransa, Belçîka, Tirkiye û hwd. li welatên Ewropayê pêk anîn careke din bi tundî şermezar dike. Destnîşan dike ku hebûna çeteyên terorê yên DAÎŞ û yên wek wê ne tenê ji bo gelên Rojhilata Navîn ji bo hemû mirovahiya cîhanê gefekî ye.
Kongreya me, careke din binê wê xêz dike ku bingeha têkoşîna ku gelê me yê Kurdistana Rojava û Bakur dimeşîne têkoşîna mirovahî, azadî û demokrasiyê ye; bangzwazî li hemû hêzên demokrasî yên navneteweyî û raya giştî dike ku li hember şerê înkar û îmhaya ku li hember gelê me tê kirin bisekinin û li bergelê me cih bigrin.”