KCD’ê bi boneya sala nû peyamek weşand û salan nû li gelê Kurd pîroz kir û diyar kir ku, dê sala nû ji bo gelê Kurd û hezên demokrasiyê dê bibe sala bilindkirina tekoşîna azadiyê û dê sala 2013 bibe sala çareseriyê.
Koma Civakên Demokratîk KCD’ê bi boneya sala nû peyam weşand û sala nû pîroz kir. KCD’ê diyar kir ku, polîtîkayên înkar û îmhayê yên li ser gelê Kurd tên meşandin di sala 2012’an de bi berxwedanê bersiv daye û di peyamê de bal kişand ser operasyonên binçavkirin û girtinan jî û wiha hat gotin: “ Di çareserkirina pirsgirêka Kurd de ku kesê herî bi bandor ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalane û tecrîdekî dijmirovahiyê li ser tê meşandin, operasyonên siyasî û leşkerî, êrîşên li hemberî kurdan, bê tehmuliya li hemberî mîtîngên demokratîk û daxuyaniyan, êrîş, qedexekirin tabloyekî ji darbeyê wêdetir derxistiye holê. Polîtîkayên ji derveyî hiqûqê û Antîdemokratîk û sergirtina komkujiya Roboskê bûye îfadeya pir zelal ya li hemberî gelê kurd.”
Di peyama KCD’ê de wiha hat gotin: “ Li hemberî van hemû êrîş û çewisandina jî bi şîara ‘ azadiya parastina hebûna gelê Kurd’ berxwedana nirxê demokratîk hatiye bilindkirin. Demokratîkbûna Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di warê demokrasiyê de dê bibe alîkar. Gelê Kurd ji bo wekhevî, adîl, azadiyê têkoşînekî dîrokî daye.”
KCD’ê herî dawî wiha got: “ Sala nû dê ji bo gelê Kurd û em weke hêzên demokrat dê têkoşînê bilind bikin û em bawer dikin ku sala 2013’an bibe sala bi dest xistina vîna gelê Kurd û em sala nû ya hemû gelan pîroz dikin.”