KCD Komxebata Ekolojî û Rêveberiyên Herêmî li dar dixe
KCD Komxebata Ekolojî û Rêveberiyên Herêmî li dar dixe
KCD Komxebata Ekolojî û Rêveberiyên Herêmî li dar dixe
Endamê Komîsyona Rêveberên Herêmê yê KCD'ê Zemzem Fedaî Balî têkildarî komxebata KCD'ê ya "Komxebata Ekolojî û Rêveberiyên Herêmî" ya ku dê 2 rojan li Amedê berdewam bike axivî û diyar kir ku di serî de li Tirkiye û Rojhilata Navîn û hemû cihanê bandora hilweşandinê ji holê bê rakirin û li şuna vê yekê divê pergalekî din pêk bê û navê wê pergalê jî Xweseriya Demokratîk e.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî "Komxebata Ekolojî û Rêveberiyên Herêmî" ya dê di 9-10'ê sibatê de li Amedê pêk bê civîna çapemeniyê li dar xist.
Di civînê de Endamê Komîsyona Rêveberên Herêmê yê KCD'ê Zemzem Fedaî Balî axivî û diyar kir ku di çarçoveya xebatên pratîk ên xweseriya demokratîk pêşbixin û kur bikin biryara komxebatê li dar bixin girtin.
Balî da zanîn ku ji bo hewcehiyên civakê bên dîtin, xizmet baş bên dîtin, welatî di rêveberiyan de mafê axaftinê bigirin bi riya di rêveberên herêmî de cih bigirin mimkûn e. Balî destnîşan kir ku di serî de li Tirkiye û Rojhilata Navîn û hemû cihanê bandora hilweşandinê ji holê bê rakirin û li şuna vê yekê divê pergalekî din pêk bê û navê wê pergalê jî Xweseriya Demokratîk e.
Balî, bi lêv kir ku înşaya xweseriya demokratîk pratîka xwe bi xwe rêvebirin e û wiha got: "Ji bo pirsgirêkên bajarvaniyê, pirsgirêkên gel bên çareserkirin û xebatên rêveberên herêmî bên bihêzkirin divê xebat bên meşandin. Ji bo rêveberên me yên herêmê bi hêz bibin, kêmasiyên wê ji holê bên rakirin û bê hêz bikin me biryara 'Komxebata Ekolojîk û Rêveberiyên Herêmî' li dar bixin girt. Komxebata me dê di 9-10'ê sibatê de li Amedê pêk bê."
"Komxebata Ekolojî û Rêveberiyên Herêmî" dê li Salona Resepsiyonêya Sumerparqê ya Amedê 2 rojan berdewam bike.