KCD: Em di asta herî bilind de xwedî li hevşaredarên xwe derkevin

KCD'ê bang li gel kir ku di asta herî bilind de xwedî li Hevşaredarên xwe Kişanak û Anli derkevin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li ser binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Bi binçavkirina hevşaredarên me yên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kışanak û Firat Anli û bi awayekî bêhiqûqî û bêpîvanî serdagirtina şaredariyê çavsoriya hikûmeta AKP'ê ku vê hewldana xwe bibe heta ku derê nîşan daye. Em ev êrîş û hişmendiya faşîzan-dagirkeriya li hemberî gelê me, vîna wê cehwerî ku bi xwe hilbijartiye û saziyên wê bi tundî şermezar dikin û lanet dikin."

'EM BI RUHÊ SEFERBERIYÊ LI BER RABIN'

Daxuyaniya KCD'ê wiha dewam kir:

"Divê raya giştî û gelên Tirkiyeyê vê yekê baş zanibin ku ev êrîş tenê li hemberî gelê kurd pêk nayê, ew êrîşî hemû nirxên hevpar, vîn û destketiyên demokratîk dikin. Armanca wan ew e ku têkoşîna demokratîk a gelan bi temamî ji holê rakin.

Divê em baş zanibin, her ku em bêdeng dibin ew refleks û nerazîbûnên li hemberî êrîşan lawaz dibe û ev jî rê li ber dijwarbûna êrîşan vedike. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelê me û raya giştî ya demokratîk dikin ku li hemberî van êrîşan bi ruhê serferberiyê têbikoşin, di nava çalakiyên demokratîk debin û li hemberî êrîşên faşîzan ên hikûmeta AKP'ê têkoşîna hevpar bimeşînin û di asta herî bilind de xwedî li hevşaredarên me derkevin.

Dîsa em bang li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, saziyên navneteweyî yên mafên mirovan, hemû rêxistinên sivîl û hemû mirovên pêşketî dikin ku li hemberî ev êrîş û operasyonên qirkirina siyasî yên bi hişmendiya tunekirinê tên meşandin, bi gelê me re helwesta xwe nîşan bidin û di nava piştevaniyê debin.

Ti çewisandin, binçavkirin û girtin nikare vîna gelê me têk bibe û ji holê rake. Gel, çawa ku berê li hemberî êrîşên li ser hebûn û nasnameya wan dihatin kirin li ber xwe dida, wê îro jî bi sekneke mezin li ber xwe bide. Wê serketin a gel be."