KCD: Em bi ruhê yekîtiya netewî tevlî merasima 3 jinên Kurd bibin

KCD: Em bi ruhê yekîtiya netewî tevlî merasima 3 jinên Kurd bibin

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo tevlîbûna merasima cenazeyên 3 jinên siyasetmedar ên Kurd bang li her kesî kir û xwest bi awayekî herî mezin tevlî merasimê bibin. KCD'ê xwest her kes roja Pêncşemê li Amedê bi ruhê yekîtiya neteweyî tevlî merasiman bibin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo merasima cenazeyên 3 jinên siyasetmedar yên Kurd Sazûmankara PKK'ê Sakine Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fidan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Leyla Şaylemez li Amedê bi girseyî pêşwazî bikin, bang li her kesî kir û xwest tevlî merasima cenazeyan bibin.

KCD'ê daxuyaniyek nivîskî da û xwest hemû welatiyên demokratîk, aştîxwaz û azadîxwaz ji bo yekîtiya neteweya Kurd tevlî merasima cenazeyên 3 jinên siyasetmedar yên Kurd bibin. KCD'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku, dê Pêncşemê ji bo 3 cenazeyan merasimek girseyî pêk bînin û xwest ji her beşên civakê bi awayekî herî xurt tevlî merasimê bibin û cenazeyan bi girseya herî mezin bişînin Dêrsim, Mêrsîn û Elbîstana Gurgumê.

KCD'ê da zanîn ku, Sazûmankara PKK'ê Sakine Cansiz di nava gelê Kurd de xwedî cihekî taybete û wiha got: "Bi qetilkirina 3 jinan, duwemîn komkukjiya Dêrsimê ya 1938'an xwestin pêk bînin. pêk hatiye. Dîsa Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan jî dî dîplomasiya gelê Kurd de cihekî taybet digirt. Bi ruhê xwe yê hêz û zindî têkoşînek bêhempa dida. Leyla Şaylemez bi ruhê xwe yê berxwedêr di nava gelê Kurd de cihekî taybet girtin. Ji bo merasima ku roja Pênşemê di demjimêr 09.00'an de li Qada Batikentê pêk bê em bang li her kesî dikin ku tevlî merasimê bibin û li 3 cenazeyan xwedî derkevin.