KCD-E: Di 1'ê Gulanê de em li qadan bin

Hevserokatiya KCD-E ji bo 1'ê Gulanê banga daketina qadan kir.

Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk li Ewropayê (KCD-E) ji bo 1'ê Gulanê banga daketina qadan kir.

Hevserokatiya KCD-E der barê 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran de daxuyaniyeke nivîskî weşand û 1'ê Gulanê roja ked, têkoşîn, berxwedan, yekîtî û piştevaniyê li hemû karker û kedkaran bi hestên berxwedêrî û şoreşgerî pîroz kir.

Hevserokatiyê diyar kir ku 1'ê Gulana 2015'an ku mîna li tevahiya cîhanên li Kurdistan û Tirkiyeyê jî wê cara 126. were pîrozkirin, îsal wê bi ruhekî xurttir ê têkoşînê were pîrozkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em ê 1'ê Gulanê roja têkoşîn, yekîtî û piştgirîdayînê li Ewropayê bi hemû hêza xwe pîroz bikin, lewma hemû Kurdên li Ewropayê wê li cihê pîrozbahiyan bin û li gel kedkarên Ewropî li meydanan dirûşmên kedê biqîrin. Em bang li hemû Kurdan, demokrat, rewşenbîr û alîgirên kedê dikin ku tevlî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bibin." Hevserokatiya KCD-E da zanîn ku têkoşîna gelê Kurd dimeşîne di heman demê de têkoşîna karker û kedkaran e û destnîşan kir ku vîn û yekîtiya neteweyî ya hewl tê dayîn were afirandin, vîna rêxistinî û yekîtiya kedkaran e.

Hevserokatiya KCD-E da xuyakirin ku ji ber vê yekê herî zêde gelê Kurd bi wateya 1'ê Gulanê dizane û got, "Lewma em dibêjin ku em ê 1'ê Gulanê bi hêz û biryardariyeke mezin pîroz bikin, careke din bang li gelê xwe yê li Ewropayê dijî dikin ku di 1'ê Gulanê de bi ked û kedkaran re ji bo rizgariya kedê li qadan bi kedkarên cîhanê re tevbigere."