Şandeya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku ji bo konferansa neteweyî, geşedanên Rojhilata Navîn û têkiliyên Hewler û Bexdayê li Başûrê Kurdistanê ye, bi partiyên Hizbî Zehmetkaşanî Kurdistan û Komala Îslamî re hevdîtin pêk anî.
Heyeta KCD'ê ya ji endamên Koordînasyona Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamenterên BDP'ê Ozdal Uçar û Mulkiye Bîrtane, endamên Meclîsa Daîmî ya KCD'ê Osman Ozçelîk, Mesud Çelîk û Vedat Çetîn, Şaredara Bismilê Cemîle Emînoglu pêk dihat, piştî ziyareta Wargeha Penaberan a Şehît Rustem ziyaret kir û çû Hewlerê. Heyeta ku bi Serokê Hukûmeta Herêmê Mesut Barzanî, Serokwezîr Neçîrvan Barzanî, navenda KDP û YNK'ê, Tevgera Goran, Partiya Komunîst, Yekgirtî Îslam, Komala Îslam, Partiya Zahmetkeşan a Kurdistan, PÇDK, Desteya Bilind a Kurd (DBK), Yekîtiya Parlamenteran û bi saziyên Hukûmeta Başûrê Kurdistan re hevdîtin pêk bîne duh Mexmûrê ji aliyê hezaran kesan ve bi alên PKK'ê û posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin pêşwazîkirin.
Şandeya KCD'ê û BDP'ê îro jî çûn Hewlerê û bi partiyên Hizbî Zehmetkaşanî Kurdistan û Komala Îslamî re hevdîtin pêk anîn. Hevdîtin li Navenda Giştî ya Hizbî Zehmetkeşanî Kurdistan pêk hat. Şandeya KCD’ê ku bi Serokatiya Parlamantera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane de ziyaret pêk anî, ji alilyê Sekreterê Giştî yê Hizbî Zehmetkaşanî Kurdistan Bilên Ebdullah ve hate pêşwazîkirin.
Piştî hevdîtinê daxuyaniyek hevbeş hate kirin. Di daxuyaniyê de Ebdullah, derbarê naveroka hevdîtinê de diyar kir ku hevdîtin li ser rageşiya Hewler û Bexdê, bûyerên li Rojhilata Navîn polîtîkayên AKP'ê yên li ser geyê kurd û destnedayîna li hemberî Parlamenterên BDP'ê pêk hatiye. Ebdullah anî ziman ku hevpariyek derket holê û dê li hemberî heman pirsgirêkan hestyariyek hevpar bidin nîşan.
Şandeya KCD'ê pişt re derbasî Navenda Giştî ya Komala Îslamî bû Şandeya KCD'ê ji aliyê komek rayedaran ve hate pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de Endamê komîteyea Navendî ya Komala Îslamî Ebdulstar Mecîd serokatiya hevdîtinê kir.
Derbarê hevdîtinan de Nûnerê BDP Hewlêr Mehmet Alî Aydin, diyar kir ku helwesta Hizbî Zehmetkaşanî Kurdistan û Komala Îslamî nêzî hev bûn û eleqeyek baş nîşan dan