Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) qetilkirina ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Sakîne Cansiz, nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û jina ciwan a Kurd Leyla Soylemez ku şevê din li Parîsê pêk hat şermezar kir. KCD’ê got: “Em bang li gelê Kurd dikin ku bi feraseta yekitiya neteweyî bi çalakiyên demokratîk xwedî li şehîdên xwe derbikevin.”
KCD’ê bi daxuyaniyekê êrîşa duh li Parîsê li dijî Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê ya li Parîsa paytexta Franseyê pêk hat û di encamê de siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez hatin qetilkirin, şermezar kir.
KCD’ê binê wê yekê xet kir ku ev bûyer ne bûyereke ji rêzê ye û di nava Kurdan de rê li ber hêrs û xemgîniyê vekiriye û banga xwedîderketina li siyasetmedaran li gelê Kurd kir. KCD’ê di daxuyaniya xwe de got: “Bi tundiyeke dijwar bersivê didin lêgerînên ji bo azadiyê. Di sedsala 21’emîn de gelê Kurd êdî bi van rêbazan dest ji daxwaza xwe ya azadiyê bernade. Dikarin li navîna Ewropayê jî li dijî Kurdan hovitiyê pêk bînin. Divê dewleta Franseyê vê bûyerê bi hemû awayî bêyi ku tu gumanek bihêle aşkere bike. Jinên Kurd ên ku temenê xwe diyarî têkoşîna azadiya jina Kurd û gelê Kurd kirine, dikin hedef. Bi vê yekê ne tenê tevgera azadiya Krud, di heman demê de paradîgmaya azadîxwaziya zayendî jî dikin hedef. Li ser vî esasî, em bang li gelê Kurd dikin ku bi feraseta yekitiya neteweyî bi çalakiyên demokratîk xwedî li şehîdên xwe derbikevin.”