Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku, dê bi beşdarbûyina Êzidiyên li welatên cûr be cûr dijîn, di 16-17'ê Cotmeha 2012 de li Amedê Konferansa olê êzîdiyan pêk bînin.
KCD'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku, dê di navbera 16-17'ê Cotmehê de li Amedê konferansa Êzîdiyan pêk bînin û banga tevlîbûnê kir. KCD'ê di daxuyaniyê de wiha got: "Di ernîgariya Rojhilata Navîn de, ku mozaîka ol, ziman, nasname, bawerî û rengane, gel û çandên cûda, bi her cihêrengî, bi hev re bi sedan salane ku di nava aşitî û biratiyê de jiyane. Ji bo ku desthilatdariya xwe berdewam bikin, serdestan tim û daîm polîtîkayeke dijberkirina ciyawazan meşandine.
Ji ber van polîtîkayan, dewlemendiya reng û cûdahiyên vê axê, bûye axa êş û eleman, tevkujî, koçkirin û mişextîbûyinan."
KCD'ê di berdewama daxuyaniyê de da zanîn ku, di dergûşa şaristaniya Rojhilata Navîn de, baweriya herî kevin û qedîm êzîdîtî ye û wiha got: "Qismek ji gelê Kurd ku xwediyê vê baweriyê ye, ji ber sedemên polîtîkayên siyasî, cîvakî, ya ku desthilatdaran meşandine, ji neçarî ji welatê xwe koç kirine, li welatên Ewropa û li gelek welatên cîhanê belav bûne. Ji bo zelal kirina rewşên ku hatine jibîrkirin, niqaşkirina pirsgirêkan, geşkirina pêşniyazên çareseriyê; rewşenbîr, welatparêz û lîderên olî yên Êzîdiyan, di dîrokê de cara yekem, bi dirûşmeya "Em bi Rêxistinîbûnê Ber bi Azadiyê ve Dimeşin" bikêfxweşî tevlî vê konferansa navneteweyî dibin."
KCD'ê destnîşa kir ku, konferans dê du rojan berdewam bike.