6'emîn Civaka Giştî ya KCD'ê ya bi şiara "Ji xweseriya demokratîk ber bi yekîtiya netewî ve" li Salona Vedat Aydin a Rêxistina BDP'ê ya Amedê bi dawî bû. Encamname ji aliyê Parlementerê BDP’ê yê Wanê û Berdevkê Koordînasyona KCD’ê Ozdal Uçer ve hate xwendin. Uçer got; “Li pêşiya me du vebijêrk hene. An ev tundî-pevçûn berdewam bike, an jî dê çareseriyeke bi rêya muzakereyên bi wate û aşitiyane pêk bê. Uçer bal kişand ku pirsgirêka Kurd bê Ocalan û PKK’ê çareser nabe û diyar kir Kurd di sedsala 21’emîn de wenda nakin.
Parlementerê BDP'ê yê Wanê û Berdevkê Koordînasyona KCD'ê Ozdal Uçer, daxuyanî xwend. Uçer, diyar kir ku ev kongre hem ji bo pêşeroja Tirkiyeyê û hem jî ji bo pêşeroja Rojhilata navîn xwedî mîsyon û rolekî gelek dîrokî ye. Uçer, da zanîn ku hikûmeta AKP'ê û Serokwezîr, li Tirkiyeyê ji bilî çareseriya demokratîk wêdetir li gorî rol û mîsyonê ku hêzên serdest li wan bar kiriye tevdigerin û xizmetê ji aştiyê re nakin. Uçer, da zanîn ku armanc dikin ku bi tu welatan re rageşî û nexweşiyên bijîn û dixwazin bi rejîmên diktatoran re diyalogan dînin û çareseriyê pêş bixin û wiha got: "Lê bihara ereban bi polîtîkayên xwe ev pêvajo vala derxistin. Hegemonyaya Komara Tirkiyeyê serî li rêbazan zordarî, înkar û îmhayê dide. Dixwaze li herêmê û Tirkiyeyê kurd, tirk, elewî, sûnî, û kesên din bînin hemberî hev û li hev sor bikin."
TECRÎDA LI SER RÊBERÊ PKK'Ê OCALAN NAYÊ QEBÛLKIRIN
Uçer, polîtikayên hikûhetê yên hundir jî rexne kir û wiha got: "Rejîma Komara Tirkiyeyê û hikûmeta AKP'ê dixwaze Rejîma Kemalist a Kesk pêş bixe. Hem xwedî feraseta siyaseta serdest û hem jî vîna gel tune dihesibîne û hemû fikrên li dijî xwe wekî dijminên xwe dibîne. Bi taybetî piştî hilbijartina 2011'an feraset û polîtîkayên AKP'ê yên îenkar û îmhayê zêdetir aşkere bûn. Di serî de mafê zimanê zikmakî yê parastinê û yê perwerdehiya kurdan red kir. Dîsa daxwazên aktora siyaseta demokratîk û aştiyane yên Birêz Abdullah Ocalan li ber çavan negirt û tecrîda li ser Birêz Ocalan girantir kir. Dîsa qîmeta mirovan li cem nema û kuştin zêde bû. Ji bo çareseriya pirsgirekê di rêbaza lekerî de israr kir.
Uçer, da zanîn ku tu hewldanên hikûmetê yên ji bo çareseriyê tune û CHP jî ji bo çareseriyê baweriyê nade wan. Uçer, da zanîn ku CHP dixwaze pêvajoya Oslo reş bike û dixwaze li gorî xwe pêvajoyek nû ya Oslo bidne destpêkirin û wiha berdewam kir: "Ev hewldana CHP'ê dê tu xizmetê ji çareseriya pirsgireka kurd a demokratîk û aştiyane re neke. Em wekî KCD bawer dikin ku bi vê rêbazê pirsgirêk çareser nabe. Em bawer dikin ku dê pirsgirêk di wekhevî û biratiya gelên ereb, tirk, fars, kurd û gelên din re derbas bibe. Divê Yekîtiya konfederal a Demokratîk ya Rojhilata navîn pêş bikeve. KCD vê yekê armanc dike."
'JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD 2 SAL LI PÊŞ ME HENE
Uçer, da zanîn ku serkeftin û xweseriya demokratîk a Kurdên Kurdistana Rojava wan kêfxweş dike û hêviyê dide wan û wiha got: "Li hemberî van geşedanên erênî, talûke jî heye. Geşedanên li Rojavayê Kurdistanê yên erênî dê bi awayekî erênî bandorê li ser Rojhilata Navîn bike, ên neyînî jî dê bi awayekî neyînî bandorê li ser Rojhilata Navîn bike. Ji ber vê yekê pirsgirêka Kurdan a li Rojhilata Navîn bi Xweseriya Demokratîk pêkan e. Li pêş me hilbijartin heye. Ji bo hilbijartinê û çareseriya pirsgireka kurd 2 sal mane."
GELÊ KURD Û KURDISTANÊ AZADIYA BIRÊZ OCALAN DIXWAZE
Uçer, destnîşan kir ku wekî tevgera gelê kurd alîgirê çareseriya demokratîk û aştiyane ne û dixwazin pirsgirêka kurd bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bike û wiha dom kir: "Em dixwazin Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Gelê kurd azadiya Birêz Ocalan dixwaze. Gelê kurd û Kurdistanê dixwaze Birêz Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe. Ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan li Tirkiye û Ewropa kampanya Azadiya Ocalan dane despêkirin. Heta ku bi Ocalan û PKK'ê re muzakere dest pê neke çareserî û aştî ne pêkan e. Divê berî her tiştî perwerdehiya zimanê zikmakî bê qebûl kirin û parastina kurdî bê qebûlkirin. Kurd dê deqet di sedasala 21'an de bi ser bikeve.
'EM DEMOKRASIYA RADÎKAL DIXWAZIN'
Uçer, destnîşan kir ku di çareseriya pirsgirêka kurd de gihiştine fînalê û wiha berdewam kir: "Di vê pêvajoyê de yekîtiya gelê kurd êdî mecbûrî û lezgîn lazim e. Ji bo vê yekê divê êdî kurd dem winda nekin û yekîtiya xwe û tifaqa xwe xurt bikin. Ji bo vê yekê KCD di nava Konferansa Neteweyî de ye. KCD xwedî perspektîfa ku bi hemû partî, rêxistin, komele û cemaetên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd erînî difikirin re di nava diyalog û hewldanan de be. Projeya Kurdan a Xweseriya Demokratîk dê biratî yekîtiya gelê li herêmê pêş bixe û tifaqiya wan xurt bike. Me ji bo herkesî Xweseriya Demokratîk û Demokrasiya Radikal dixwazin. "
'EM JI BO AŞTIYÊ PIŞTGIRIYÊ DIDIN HEMÛ HEWLDANAN'
Uçer, da zanîn ku hemû hewldanên ji bo aştiyê û çareseriya demokratîk ji bo wan pir girîng e û qîmet didin van hewldanan. Uçer, destnîşan kir ku ew ne bi qasidan re raste rast bi perpirsiyaran re hevdîtina ji bo çareseriyê pêk tînin û wiha dawî li axatina xwe anî: "Polîtîkayên AKP'ê yên kevneperest û paşverû herî zêde di nêzîkatiya jinê de xwe dide der. Êdî tecawiz daketiye salên 3 yan. Di şexsê jina kurd, çand û nasnameya kurd de êrîş û tecawizi herû nirxên kurdan dike. Em wekî KCD'ê helwesta xwe ya li dijî tacîz û tecawiza li hemberî jinê, zelal aşkere dike. Em wekî jinên di nava KCD'ê de cih digirin dê li dijî tecwizkaran bêtir û çalak têbikoşin komîsyona têkşînê ava bikin. Em yekîtiya partiyên Rojava û Desteya Bilind a Kurdan bi wate û qîmet dibînin. Konferansa me di çarçoveya avakirina Xweseriya Demokratîk de ji bo modela aborî ava bibe, dê Konferansa Aborî pêk bîne. Em dê wekî KCD'ê van biryaran bi israr pêk bînin. "