2'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Şaredarê Wanê Bekîr Kaya û rêveberên BDP'ê jî di nav de 10 jê girtî 13 siyasetmedar tên darizandin di roja duwemîn de bi nîqaşan berdewam dike. Di rûniştina îro de şaredar Bekir Kaya bertek nîşanî helwesta dozger da û diyar kir ku, helwesta dozger ya bi vî rengî berdewam bike dê li gel parêzeran derkevin dervê salonê."
2'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Wanê ku di nav de Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî heye 10 jê girtî 13 kes tên darizandin, li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Wanê di roja 2'emîn de didom. Di 7'ê Hezîranê de di bin navê doza KCK'ê de li dijî şaredar û siyasetmedarên Kurd ên Wanê operasyon hatibû lidarxistin û di operasyonê de Şaredar Bekir Kaya, Hevserokê BDP'a Wanê yê berê û Parêzerê Buroya Hiqûqê yê Sedsalê Cuneyt Canîş, Şarêdarê Elbakê yê berê Îhsan Guler, Serokê BDP'a Bêgirê Mehmet Şirin Yildiz, Şaredarê Qelqeliyê Murat Durmaz, Serokê BDP'a Elbakê yê berê Derviş Polat, Şaredarê Artemêtê Abdulkerim Sayan, Serokê BDP'a Çardêranê Metîn Adugît, Serokê BDP'a Erdîşê yê erê Velî Avci û Serokê BDP'ê yê Navçeya Navendî Halîs Çakir hatibûn girtin. Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, Hevseroka BDP'ê ya Wanê Mihrîban Şah Şaredara Elbakê Hecer Sarıhan serbest hatibûn berdan.
Serê sibê piştî di navbera parêzer û dozgeran de nîqaş deret, heyeta dadgehê navber dabû rûniştinê û piştre rûniştinê dîsa berdewam kir. Piştî navberê parêzeran ji heyeta dadgehê xwestibûn ku ger dê dozger mudaxale neke dê rûnişinê berdewam bikin. Li ser vê yekê parêzeran dîsa dest bi parastinê kirin.
Piştî navberê Prz. Meral Daniş Beştaş diyar kir ku, darizandinek adil tuneye û raste rast mudaxeleyî wan dikin. Beştaş anî ziman ku, ev dozên KCK'ê li hemberî gelê Kurd tên meşandin û wiha got: "Ev dozên siyasî ne û aliyê wan yê hiqûqî tuneye. Li vir gelê Kurd tê darizandin û di şexsê gelê Kurd de şaredar tên darizandin. Em vê mudaxaleyê qebûl nakin."
KAYA: ZIMANÊ ÎDIANAMEYÊ Û SEROKWEZÎR YEKE'
Şaredarê Wanê Bekir Kaya jî axivî û diyar kir ku, zimanê îdîanameyê û Serokwezîr Erdogan yeke û wiha got: "Bi fermana Beşir Atalay li dijî kurdan operasyona siyasî hatiye destpêkirin. Gelê Kurd li vir tên darizandin. Ger ku ji vê demjimêrê û şûnde mudaxeleyek bê kirin em dê li gel parêzeran salonê terk bikin.
Prz. Mujde Tozbey Erden jî anî ziman ku, îdîanameya hatiye amadekirin wekî bi kurdan re dijminatiyê bike hatiye amadekirin. Heta niha CHP, MHP û AKP'ê gelek merasimên lihevhatin û aştiyê kirine, di derbarê vê xebata wan tiştek nayê kirin. Lê dema BDP karê aştiyê û li hevhatinê dike wekî Komîsyona Edaletê ya KCK'ê tê binavkirin û BDP tên tawanbarkirin.
BEŞTAŞ: DÊ ROJEK BÊ KESÊN VÊ DARIZANDINÊ DIKIN BÊNE DARIZANDIN
Piştî navbera nîvro Prz Meral Daniş Beştaş li ber salona dadgehê daxuyanî da û diyar kir ku, ev doz siyasiye û gelê Kurd tê darizandin. Beştaş anî ziman ku, li vir darizandinek edlî tuneye û dê roj bê kesên nûnerê kurdan didarizînin dê bên darizandin.
Parlamenterê BDP'ê yê Wanê jî bertekên xwe anîn ziman û diyar kir ku, kes nikare gelê Kurd bidarizîne.