Malbatan cenazeyên 8 gêrîlayên HPG'ê ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin û ber bi bajarên wan ve bi rê kirin. Karwanên 5 cenazeyên gêrîlayan di ketina Amedê de ji aliyê polîsan ve hate rawestandin. Pişti polîsan bi qasî demjimêrekê barîkat li ser rê danî, li ser israr û şermezarkirina girseyê, polîsan barîkat rakir û destûr da ku 4 cenaze îşev li Amedê bimînin û cenazeyê Silopiyê jî ber bi Şirnexê bi rê kirin.
Ji 8 cenazeyên gêrîlayên HPG'ê yên li Hênê ya Amedê û Kato yê Şirnexê di şer de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên 4 jê gêrîlayên HPG'ê dê li Amedê bên definkirin. Cenazayên din dê li Colemêrg, Wan û Şirnexê bên definkirin. Cenazeyên gêrîlayên Wan, Colemêrg û Şirnexê şandin bajarên wan. Karwana ku zêdeyî 100 wesayîtan hebû û di nav de parlementerên BDP'ê Emîne Ayna, Ozdal Uçer, Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî heyî di ketina Amedê de ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Polîsan xwest cenazeyan rast bişînin bajar û navçeyên wan, lê malbatan jî xwestin îşev cenazeyan li Amedê bihêlin. Li ser vê yekê polîsan barîkat li ser rê danî û destûr neda ku karwan derbazî Amedê bibe. Lê piştî israr û şermezarkirina girseyê, polîsan barîkat rakir û destûr da ku cenazeyên gêrîlayan îşev li Amedê bimînin. Hate zanîn ku, dê cenazeyan bibin Goristana Yenîkoyê.