Karwana cenazeyê gerîla Nûman hat rawestandin

Karwana cenazeyê gerîla Nûman hat rawestandin

Karwana cenazeyê Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Ertem Karabulut di ketina Amedê de ji aliyê wesayîtên zirxî ve hate rawestandin.

Konvoya cenazeyê Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê û Fermandarê Herêma Amedê Ertem Karabulut (Nûman Amed) ê ku di 31'ê kanuna 2012'an li navçeya Lîceyê ya Amedê bi 9 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da li herêma Petrola Dogu ya di ketina Amedê de hate rawestandin.

Polîsa bi gelek wesayîtên zirxî bend danîn û xwestin karwanê cenaze li ser riya kevin a Amedê bibin Bîsmîlê. Di navbera polîs û girseyê de sekna rageşî berdewam dike û girse sloganên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" diqîrin.