Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bal kişand ku her çendî salek bi ser Komkujiya Roboskî re derbas bûye, lê heta niha kiryarên wê ne diyar in. Karayilan got: “Pirsîna hesabê Komkujiya Roboskiyê ji bo gelê Kurd rûmet e. Li wir ciwanên me yên nûgihiştî çûn, divê her kes xwedî lê derbikeve.” Karayilan bang li Kurdên di nava AKP’ê de ne kir û got: “Gunehê hemû pêvajoyê li stûyê wan e. Yên herî zêde berpirsên vê yekê ew in. Ji ber ku AKP xwe dispêre wana û dixwaze mêtîngeriyê bidomîne.”
Salek bi ser Komkujiya Roboskî re derbas bû. Lê heta niha kiryarên wê nehatine aşkerekirin. Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan got ‘nebêjin Roboskî, bêjin ‘Ûlûdere” û bi vî awayî helwesta hukûmeta xwe ya li hemberî komkujiyê nîşan da. Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat karayilan di hevpeyvîna da ANF’ê de helwesta AKP’ê ya li hemberî Roboskî “weke neynika mêtîngeriyê” bi nav kir. Karayilan mijara jehrîkirina Tûrgût Ozal, wergera pirtûka wî bo Yewnanî û krîza wê pirtûkê, bangên ji bo agirbestê nirxand.
Karayilan bi bîr xist ku her çendî salek bi ser Komkujiya Roboskiyê re derbas bû û li gel hemû zext û bangên civakê lê AKP’ê dest ji helwesta xwe berneda û got: “Ev yek li Kurdistanê neynika mêtîngeriyê ye. Komkujiya Dêrsimê, komkujiyên di dema Serhildana Şêx Seîd de, komkujiya Sasonê, Komkujiya Zîlanê, bûyera 33 Gule evane hemû bi vî away çêbûne. Dewleta Tirk li vir siyaseta xwe ya berê dubare kir. Li gel hemû nerazîbûn û daxwazan tu lêborîn nexwest. Erdogan çi dibêje? Dibêje: ‘mirov 23 hezar lîre dide malbatên kesên bi vî awayî jiyana xwe ji dest didin, lê me 123 hezar lîre da. Min hevsera xwe şand. Ma weke din çi dixwazin’. Te 34 ciwanên nûgihişî qetil kiriye. Ev wehşet e. Ev ji bo hemû gelê kurd meseleyek a rûmetê ye.”
Karayilan xwest ji bo vê komkujiyê di qada navneteweyî de têkoşîn were berdewamkirin û got: “Ji ber ku ev komkujî ye. Ev komkujî di serdema me ya teknolojiyê de li ber çavên hemû cîhanê pêk anîn. Ji ber wê jî divê ev yek bibe rojeva dadgehên navneteweyî.”
Mûrat Karayilan komkujiya Mereşê jî bi bîr anî û got: “Bi wesîleya 34’emîn salvegera komkujiya Mereşê, hemû mirovênme yên di komkujiyê dejiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim û dibêjim ku bîranîna wan di têkoşîna me de dijî.”
‘JEHRÎKIRINA OZAL TEQEZ E’
Karayilan bal kişand ser mijara jehrîkirina Serokomarê berê yê Tirkiyeyê Tûrgût Ozal û got: “Yekem kesê ku gotiye ku Ozal hatiye kuştin Rêber Apo ye. Rêberê me wê demê gotibû. Ji ber ku di wê demê de agirbestek li holê hebû û ev pêvajo ji aliyê Ozal ve dihat pêşxistin.” Karayilan destnîşan kir ku hêzên dewleta kûr xwe li hemberî vê yekê ranegirtin û got: “Belkî wî bi xwe jî vê yekê ferq kiribe, lê wî bi xwe jî digot çi dibe bila bibe, ez ê vê rîskê li ber çavan bigirim û karê xwe bidomînim.”
Karayilan bal kişand ser pêvajoya 1993 ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û bi bîr xist ku di vê demê de bi dehhezaran kes bûn qûrbanê kuştinên kiryar nediyar.
Karayilan got: “Ya rast kiryarên wan dewlet in. Kî hat û kê van karan bi rê ve bir, aşkere ye. Ger dixwazin bûyera Ergenekonê çareser bikin, divê vegerin îcraata 1993’yê. Dîsa pêkanînên ku di sala 93’yan de li Kurdistanê ketin meriyetê. Mînak Demîrel, Dogan Gureş, Mehmet Agar, Tansû Çîller û komên qedemeya jêr a vana hene.”
Karayilan ku destnîşan kir ku Ergenekon bi bûyerên li Kurdistanê dest pê kir û got: “Lê doza Ergenekonê heta niha tu rastiya dewleta kûr dernexistiye holê, kiryarên wê yên li Kurdistanê nedarizandiye. Tişta ku jêre dibêjin Ergenekon amadekariya derbeya li dijî AKP’ê tenê didarizînin. Yanî tenê bû dozek a li dijî AKP û hukûmeta AKP’ê. Lê Ergenekonê li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek komkujî pêk anîne. Mînak ka aşkere bû ka kê Ûgûr Mûmcû kuştiye? Bû mijara darazê? Nexêr. Aha Ergenekon ev e.”
Karayilan bal kişand ser avabûna Partiya Hûda ya Hizbullahiyan û got: “Bi aşkereyî ev projeyek e, konseptek e. Salên 1990’an li dijî Tevgera Azadiya Kurdan pêwîstî bi tetîkkêşan hebû, ji bo vê yekê ev pêkhate nirxandin. Piştî salên 2000’ê gotin êdî pêwîstî bi tetîkkêşan tune ye, pêwîstî bi Kurdên oldar heye. Niha jî vê projeyê bi vî awayî pêk tînin. Mirov nikare ji dewletê û AKP’ê cûda binirxîne.
Ez vê bêjim; herî kêm ji tetîkkêşiyê ber bi siyasetê ve çûne. Gelo dê careke din tundî were rojevê? Qet nayê. Ez vê jî bêjim. Her çendî em bêjin konsept e, em bi awayeke din binirxînin, lê em li hemberî tu kesî tundiyê bi kar naynin. Lê em dizanin ku ev yek konsept e. Berê bi çekan mirovên welatparêzên Kurd qetil kirin.”
Karayilan da zanîn ku ger ne wisa bin, divê xwe îsbat bikin û got: “Em ê çawa fêm bikin ku ne wisa nin, em ê çawa bizanin? Em dibêjin ku ev li ser esasê projeyekê pêş ketiye. Ger hinek vê berevajî dibînin, divê di pratîkê de nîşan bidin. Ji ber ku ev pêvajo wilo pêş ketiye, wek me berê got serbestberdanên ji girtîgehan pitre avakirina televîzyonê diyarkirina wê, berê di nava xizaniyê de bûn, niha jî dewlemend bûne û dibin partî. Evane hema ji ber xwe ve çênebûne. Em li hemberî vê pêkhateyê tu nêzîkatiyeke cûda nîşan nadin. Ger ew jî xwe cûda dibînin, divê bila nîşan bidin ka ew ê girseyekê ji AKP’ê vebiqetînin, an jî bi awayeke serbixwe bimînin? Ev yek dê di pratîkê de aşkere bibe.”
KRÎZA WERGERA PIRTÛKÊ BÛ YEWNANÎ
Karayilan bal kişand ser krîza wergerandina pirtûka xwe ya bi navê “Anatomiya Şerekî” û got: “Ez ne nivîskar im, ez şoreşger im. Wextê min ji bo nivîsandina pirtûkan tune ye. Heta niha jî mijûlahiyek min a taybet jî çênebûye. Lê di çarçoveya wezîfeya xwe ya şoreşgertî de em gelek nivîs dinivîsinin. Ev pirtûk jî di çarçoveya peywireke wiha de hate nivîsandin. Hevalan gûncaw dît ku biweşînin. E vpirtûk bi vî awayî hate nivîsandin. Piştre xwestin wergerînin Yewnanî. Di wê pirtûkê de rastî hene; di vir de ji jiyana min rastiyên çêbûne hatine nivîsandin. Lê ewqas ji rastiyan ditirsin û dibistin. Çima? Ji ber ku mêtîngeriya Tirk naxwaze rastiya wê ya li Kurdistanê aşkere bibe, temebûla vê yekê nake. Li ser vê re jî ne li welatê xwe, muxaleya danasandina pirtûkê dike.
Binêrin, hişmendiyek ku ewqas nerazîbûn nîşanî pirtûkekê bide, li welatê xwe jî kesên pirtûk û nivîsan dinivîsin û rojnamevanan diavêje girtîgehan. Ji ber ku ditirsin ku rastî aşkere bibe. Ji ber ku welatek ewqas mezin, gelek ewqas mezin tune dihesibînin. Ji ber ku gelek bûyerên ku qewimîne, weke ku neqewimîne nîşan didin. Ji ber wê jî ji rastiyê ditirsin. Heta dewleta Tirk vê siyaseta xwe li Kurdistanê bidomîne, dê ev tirs jî çêbibe. Ji ber vê jî em dibêjin êdî “dest ji vê yekê berdin”. Serdema em têde dijîn, êdî ne serdema van tiştan e. Ger gelek hebe divê mafên wê nas bike.”
EM AŞITIYÊ DIXWAZIN LÊ EM NE BÊ HÊZ IN
Karayilan derbarê bangên ji bo agirbestê de jî got: “Dînamîkên me yên xurt hene. Em ne wisa bê hêz in. Dema ku em behsa aşitiyê dikin, tu dibêjî qey em parsektiyê dikin. Ji ber ku baweriya min bi aşitî û biratiya gelan heye ez vê dibêjim. An ne em weke tevgera PKK’ê dikarin şer bikin û gelê xwe bigihînin azadiyê. Ew hêza me heye. Di vê mijarê de heta îro baweriya me me hat, niha û pêve jî baweriya me bi hêza me heye. Di pêvajoya pêşiya me de dê aşkere bike. Lê em di çarçoveya berpirsyartiya xwe de vê dibêjin. An ne em dikarin bi awayek çalak bersiva hemû hemleyên mêtîngeriyê bikin.”
Karayilan li hemberî bangên ji bo agirbestê, ev bang kir: “Ji kerema xwe re xwe bixin dewsa me. Belê em çareseriyê dixwazin, lê çareseriyeke bi rûmet. Gava me ji bo çareseriyê pêngav avêt, divê hûn li pişt me bin û destekê bidin me. Me niha grevên birçîbûnê rawestand. Lê Serokwezîr rabû her tişt da aliyekê, pêvajoyê aloz kir, tu kesê dengê xwe nekir. Ji ber vê jî ji me zêdetir tişt dixwazin û bi vî awayî pişta mêtîngeriyê qewimî dikin, ev yek nabe. Ji ber vê jî em bang li hemû kesî dikin piştgiriyê bidin têkoşîn azadiyê.”
JI BO KURDÊN DI NAVA AKP’Ê DE BANGAWAZÎ
Karayilan diyar kir ku divê rastiya AKP’ê bê dîtin û got: “Bi taybet parlementeran helwestek nîşan da, lê bila ew bizanin ku destê dîrokê li ser milê wan e. Di vê pêvajoyê de berpirsyartiyeke mezin li ser milê Kurdên di nava AKP’ê de heye. Ji ber ku AKP xwe dispêre wan Kurdan û dixwaze mêtîngeriya xwe zêde bike û bidomîne. Gelo hedefa 2023 ya ku AKP’ê daniye pêşiya xwe çi ye? Di wê hedefê de tunekirina Kurdan heye, gelê Kurd di wir de tune ye. Di wir de bi aşkereyî gotiye ku ew ê bi tiştên biçûk pêvajoyê bimeşînin. Ez careke bang li AKP’yiyan dikim ku careke din bihizirin. Ez bang li hemû kesên dibêjin ‘Ez Kurd im, ez mirov im, ez naxwazim xirabiyê li gel bikim’ carekedin bihizirin. Ji ber ku AKP pişta xwe dide wana û polîtîkayên xwe pêş dixe. Divê ev kesane bizanin ku ger di vê pêvajoyê de tiştek çêbibe gunehê wê li stûyê wan e. Bi taybet ez bang li kesên jidil ji Îslamê bawer dikin û xwedî hestên Îslamî dikim ku destê xwe deynin ser wijdana xwe.”