Karayilan: Hêza dagiker hûn in, ev der welatê me ye

Karayilan: Hêza dagiker hûn in, ev der welatê me ye

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bersiv da daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ên bi awayê “Bila PKK’yî çekên xwe deynin û ji Tirkiyeyê derbikevin” û got: “Hûn kê ji welatê kê derdixin? Ev der welatê me ye. Hûn ji derve hatine, hêza we welatê me dagir kiriye. Ger kesek divê ji vî welatî derbikeve hebe ew jî hûn in.”Karayilan diyar kir ku ew pêvajoya hevdîtinên li Îmraliyê girîng dibînin û xwest pêngavên pratîk bên avêtin. Her wiha got: “Niha em nêzîkatiyek ciddî ya hukûmeta AKP’ê ya ji bo çareseriya pirsgirêk nabînin.”

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bersiv da pirsên ANF’ê yên derbarê mijarên di rojevê de û got: “Ger bi rastî jî dixwazin pêvajoyeke çareseriyê pêş bikeve, divê beriya her tiştê vî uslibê şerê psîkolojîk û vê nêrînê bidin aliyekê. Di vê mijarê de divê alî li hemberî hev rêzdar bin.”

Karayilan got: “Ev pêvajoya hevdîtin û diyalogê ya li Îmraliyê pêş dikeve girîng e” û wiha domand: “ Ger dewleta Tirk nêzîkatiyeke cidî pêş bixe, ev pêvajo bi rastî jî dikare vebiguhere pêvajoya çareseriya demokratîk. Niha şert û merc ji bo vê yekê destdayî ne.”

Karayilan ku xwest pêngavên pratîk bên avêtin got: “Di vê mijarê de hin tiştên ku divê hukûmet û parlemento bikin hene. Ez naxwazim li vir bikevim mijara dikarin çibikin. Rêbertiya me vê çavçoveyê û divê çi bê kirin aşkere kiriye. Ji aliyê peywendîdaran ve tê zanîn.”

Mûrat Karayilan bersiv da îdîayên ku dibêjin gelek serên PKK’ê hene, baskê Qendîl, baskê Ewropayê û got: “Rêveberiyek a tevgera me heye. Ev Konseya Rêber a ji 31 kesan pêk tê, ez jî berpirsek ê vê Konseya Rêveber im. Li gel me sîstemek a serokatiyê heye. Îro hemû xebatên tevgera me di bin kontrola vê rêveberiyê de heye. Hemû bi perspektîf û pesendkirina vê rêveberiyê pêk tên. Bi ku re têkilî deyne, li kû çi bêjin Lijneya Serokatiyê agahdar dikin. Qendîla vê û Ewropaya vê tune ye. Tevgera PKK û sîstema KCK’ê yekwicûd e.”

Karayilan wiha domand: “Ger bi rastî jî dixwazin pêvajoyeke çareseriyê pêş bikeve, divê beriya her tiştê vî uslibê şerê psîkolojîk û vê nêrînê bidin aliyekê. Di vê mijarê de divê alî li hemberî hev rêzdar bin.”

Karayilan got: “Rêber Apo bi navê KCK’ê rayedarê hevdîtinan e” û diyar kir ku lê ji bo diyalogên bi Ocalan re pêş bikevin divê şert û merc bên sererast kirin. Wiha domand: “Ango divê Rêber Apo bikare yekser bi me re bikeve diyalogê. Ne tenê bi rêveberiya teng re, divê bi pêkhateyê re, bi tevgerên jin û ciwnana re, bi hêzên gerîla re û fermandaran re bikeve têkiliyê.”

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê got: “Em li vir in, em ji tevahiya tevgerê berpirs in û bi aşkereyî vê dibêjin; Rêbertiya me xwedî wê hêz û vînê dikare bi navê tevgera me hemû hevdîtinan bike. Lê divê şert û mercên Rêbertiya me bên sererastkirin û ji bo pêşketina pêvajoyê divê yekser tevlî pêvajoyê bibe.”

Karayilan got: “ Ger dewlet bixwaze dikare vê pirsgirêkê çareser bike, lê divê dewletê biryara vê yekê bide” û wiha domand: “Yanî ger wisa ji bi awayek taktîkî nêzîk bibe, ji bo qezençkirina hilbijartinan û rizgarkirina hin pêvajoyên demkî nêzîk bibe, ev pirsgirêk ji binî ve çareser nabe. Ji bo çareseriya pirsgirêkê divê hukûmeta Tirk bi muxalefeta Tirk re biryarê bidin. Ev pirsgirêk ne pirsgirêka Kurdan e. Ne tenê pirsgirêka hukûmetê ye jî. Pirsgirêka dewleta Tirk e.”

Mûrat Karayilan ev tesbît kir: ““Niha em nêzîkatiyek ciddî ya hukûmeta AKP’ê ya ji bo çareseriya pirsgirêk nabînin. Bi taybet gava mirov islubê hukûmet û serokwezîr, dîsa pratîka piştî hevdîtinên li Îmraliyê tîne ba hev, mirov dikeve nava gumanên ciddî.”

Karayilan bersiv da daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ên bi awayê “Bila PKK’yî çekên xwe deynin û ji Tirkiyeyê derbikevin” û got: “Hûn kê ji welatê kê derdixin? Ev der welatê me ye. Hûn ji derve hatine, hêza we welatê me dagir kiriye. Ger kesek divê ji vî welatî derbikeve hebe ew jî hûn in.”

Karayilan got: “Ez bi aşkereyî dibêjim; herêm difûre. Em dizanin ku dewleta Tirk di vê pêvajoya fûrana pêvajoyê de ketiye tengasiyê” û wiha domand: “Hûn 30 salên din li dijî rezerveyên berxwedanê yênPKK’ê şer bikin hûn nikarin ji holê rabikin.”

Mûrat Karayilan bi bîr xist ku rayedarên AKP’ê her roj dibêjin “Em ê pirsgirêk çareser bikin, çareser bikin” û ev bang kir: “Kerem bikin projeyên xwe aşkere bikin, ka hûn dixwazin çawa çareser bikin, em jî dixwazin bizanin, civaka Tirkiyeyê jî, raya giştî jî bila bizane. “