Karayilan Erdogan vexwend girê Konserve

Karayilan Erdogan vexwend girê Konserve

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan got ku hukûmeta AKP’ê ji ber guhertinên hevsengiyên li Rojhilata Navîn ditirse ku gelê Kurd dê bigihe azadiya xwe û “konsepteke perçiqandinê” xistiye dewrê û Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan vexwend girê Konserve. Karayilan ji ANF’ê re axivî û got; “Ger Erdogan were li girê Konserve careke din dîmeke bide raya giştî, wê demê hemû tiştên ew dibêje rast e, yên em dibêjin derew in.”

Tevgera Şoreşgerî ya ku gerîlayan ji meha tîrmehê ve li Şemizînanê dane destpêkirin êdî li Botanê jî belav dibe. Çavê her kesê li Qendîlê ye. Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bersiv da pirsên rojnamevan Bakî Gul û da zanîn ku ji Zagrosan heta Dêrsimê herêmek berfireh di bin kontrola gerîlayan de ye. Karayilan diyar kir ku wana li hemberî konsepta nû ya li hemberî tevgera Kurdan “Şerê Gel ê Şoreşgerî” daye destpêkirin û peyamên girîng da ANF’ê.

'AKP’Ê PÊVAJOYÊ BI DAWÎ KIR'

Karayilan bal kişand ser pêvajoya hevdîtinên Oslo yên di navbera PKK’ê û dewleta Tirk de û diyar kir ku AKP’ê vê pêvajoyê bi dawî kiriye. Karayilan got; “Li herêmê pêşketinên girîng diqewmin. Herêm ji nû ve tê dîzaynkirin. Dewleta AKP’ê, diyar kir ku di pêvajoya Osloyê de dê tevgera Kurd bi hêz bibe û dest jê berda.” Karayilan destnîşan kir ku pêşketinên li Rojhilata Navîn vê pêvajoyê bandor kir û wiha berdewam kir; “AKP’ê çi kir? AKP’ê berê hinek pala xwe da hêzên Rojava, li hemberî me têkoşîn dimeşand. Yanî li aliyekê îtîfaqa bi Îran û Sûriyeyê re, li aliyeke din jî îtîfaqa bi DYA û NATO’yê re hebû. Heta di vê çarçoveyê de bi Îranê re hin konsept pêş xistin, ev yek heta nîva sala 2011 jî berdewam kir. Îranê ji bo vê yekê êrîşê Qendîlê kir. Ger bi ser biketiba, dê encamên cûda derbiketa holê. Lê li wê derê hukûmeta AKP’ê biryara xwe da, tercîha xwe kir. Paradîgmaya xwe guhert.”

PLANA AKP’Ê YA ÇARESERIYÊ TUNE, PERÇIQANDIN HEYE

Karayilan got; “AKP’ê birayra da ku li aliyê welatên Rojava cih bibigre, wezîfeya taşerontiyê bigire, pêvajoya Osloyê bi temamî bi dawî bike, hevdîtinên li Îmraliyê bi dawî bike, Tevgera Azadiya Kurdan tune bike, dînamîka azadiya gelê Kurd lewaz bike. AKP’ê vê biryarê sala par da. Heta lîsta xwe ya parlementeran a beriya hilbijartinê li gorî vê amade kir. Ji ber ku polîtîkayên AKP’ê yên çareseriyê tune bûn, tenê perçiqandin hebû. “

BERXWEDANA ME AKP’Ê VALA DERXIST

Karayilan diyar kir ku ji Newrozê û vir ve pêvajoyeke bi temamî ya berxwedanê hatiye destpêkirin û got; “Berxwedana Rêbertiya me ya li Îmraliyê pir dîrokî ye û bi wate ye. Dîsa berxwedana siyaseta Kurdan a bi wate heye. Fedekariya gelê me pir hêja ye û bi taybet jî performansa ku gerîlayan ji biharê ve nîşan daye, ev yek jî nîşan dide bê dê pêvajo çawa be. Niha berxwedana tevgera me AKP’ê vala derxist, hesabên wê pûç kir, AKP di polîtîkayên xwe de bi ser neket.”

"EM DI ASTA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ DE NE"

Karayilan bal kişand ku krîzeke siyasî heye, ji ber ku hesabên wan rast derneket û destnîşan kir ku ji ber çi hêza ku gelê Kurd û tevgera wê ya azadiyê PKK’ê baş nenirxîne, nikare polîtîkayeke rast bimeşîne. Karayilan wiha domand; “Me her tim vê yekê got. Me got bila xwîn nerije. Li vir gelek heye. Hûn ê vî gelî bibînin. Me ji bo ev pirsgirêk bi rêyên aşitiya çareser bibe her tişt kir.” Karayilan diyar kir ku tişta ku ew niha dikin şerê parastinê yê li hemberî şerê topyekun e û got; “Ev berxwedana parastinê ye” û destnîşan kir ku em di asta şerê gel ê şoreşgerî de ne.

Karayilan bal kişand ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî û got; “Madem her kesên li herêmê Azad dibe, dê gelê Kurd jî azad bibe. Yanî hewldana AKP’ê ya vê demê wiha ye; Dê her kes biguhere, dê sererastkirineke nû li Rojhilata Navîn pêş bikeve, lê dê statuya Kurdan weke xwe bimîne. Nexêr ez benî. Kurd jî êdî dixwazin azad bibin. Niha ev sîstema heyî, sîstema bi Peymana Lozanê di sala 1923’yê de hatiye danîne. Ev sîstem êdî tê derbaskirin. Ev sîstem dirize. Ger ku ev sîstem dirizê, dê gelê Kurd ji jî ji siyaseta înkarê rizgar bibe. Kes nikare rê li vê bigire, ev herikîna dîrokê ye.

Tu kesek nikare pêşî li herikîna dîrokê bigire. Yanî hewldanên AKP’ê pûç in. Helbet, Kurdên li Rojavayê Kurdistanê dê azad bibin. Niha tiştek wiha heye. Li wir li bajarê Azazê piştgirî didin. Li wir Mimuc heye, Cerablus heye, Bab heye, her kes cihê xwe kontrol dike. Kurd jî rêberiya Efrînê, Kobanê bi dest dixistin, dibêjin “Wey Kurd çawa li wir bûn rêveberî” îsyan dikin. Dibêjin em ê êrîş bikin û gef lê dixwin. Yanî evane dijmên Kurdan in. Divê hemû gelê me vê yekê bizane. Berxwedana ku îro PKK li hemberî mêtîngeriyê pêş dixe, berxwedaneke pir hêja û bi nirx a neteweyî ye. Ji bo Kurdan pir watedar e. Ji ber ku ev berxwedana niha ya PKK’ê berxwedana parastina û bidestxistina azadiyê ye. Ger ev berxwedana PKK’ê nebûya, gelê Kurd dê careke din bikiriban kole.”

Karayilan got ku ew bawer dike ku hemû gelê Kurd di ferqa vê yekê de ye û got; “Ev her ku biçe dê pêş bikeve û wiha domand; “Li Rojavayê Kurdistanê PKK tune ye, ruhê PKK’ê heye. Li wir ruhê 15’ê Tebaxê heye. Tu kesek nikare vê înkar bike.”

‘JI ZAGROS HETA DÊRSIMÊ KONTROLA GERÎLAYAN HEYE

Karayilan bal kişand ser gotûbêjên der barê herêmên di bin kontrola gerîlayan de û der barê tevgera gerîlayan li Bakûrê Kurdistanê daye destpêkirin de jî ev agahî da; “Li Tirkiyeyê taktîka lêxe-bimîne tê gotûbêjkirin. Lê me ji wê re negotiye ‘lêxe-bimîne’, yanî gerîla her tim rêbaza lêxe-bireve bi kar tîne, lê ev yek heta astekê ye, ne li her derê, lê li hin deveran lê dixe û çeperên xwe ava dike û herêma di bin kontrola xwe de berfireh dike.” Karayilan destnîşan kir ku ji Zagros heta Dêrsimê kontrola gerîlayan heye û got; “Îro gerîla li Zagros, Botan, Dêrsimê, li hin eyaletan êdî kontrola xwee xurt kiriye, herêma xwe ya tevgerê xurt kiriye, em ji van deran re dibêjin herêmên gerîlayan. Me dest bi avakirina herêmên gerîlayan kiriye. Bê guman ev yek li her derê nabe. Yanî dê li gelek cihan wiha be, lê dîsa gerîla dê bi tevger bin.”

BILA ERDOGAN CAR DIN WERE GIRÊ KONSERVEYÊ

Karayilan, Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan vexwend Girê Konserve yê li navçeya Şemizînana Colemêrgê û got; “Erdogan di 2010 de hat Şemizînanê. Ew û Serfermandarê Artêşê hatin Girê Konserve li derdorê nêrîn û kontrol kirin. Bila niha jî bê wî girî. Ger Tayyîp Erdogan weke serokwezîrê Komara Tirk careke din were Girê Konserve û li wir dîmenek nû bide raya giştî, wê çaxê hemû tiştên ku ew dibêjin rast in, yên em dibêjin jî derew in. Lê ger neyê wir, li Şemizînanê yan jî cihek din ê Kurdistanê bigere, neyê Konserveyê, wê demê hemû tiştên ew dibêjin derew in. Ez vê dibêjim. Em nabêjin me bi temamî Şemzînan rizgar kiriye, lê helbet gelek herêmên Şemizînanê di bin kontrola me de ne. Bila bê cihê ku min gotiye, 2 sal berê ew bi xwe hatibû, bila niha jî bê.”

Karayilan diyar kir ku şerê li wê herêmê şerek ewqas li berçav û şênber e û got; “Niha şerek heye. Ger ez sibê bibînim ez li wir zerar dikim, ez dikarim ji wir vebikişim. Hostayên şer ên berê gotine ku şer weke curek ê baziraniyê ye. Yanî tu li ku çawa qezenç bikî, tu dê wisa pêş bixî. Niha ev jî ev jî şoreşek e, tevgerek a gel e. Tu ji kîjan taktîkê feyde bigirî, tu dê wê bi kar bînî.”

PEYWIREKE GIRÎNG DIKEVE SER MILÊ GEL

Karayilan destnîşan kir ku divê hemû kes vê yekê baş bizaneku ev pêvajoyeke dîrokiye û wiha got: “Di serî de gelê me yê welat parêz. Îro ev geşedanên herêmê herêmê berbi guherîneke bi kur dibe û berbi nûbûneke mezin dibe. Em wekî gel di vê pêvajoya guherîn de êdî divê dawî li vê pergala koleyê bînin. Me ev daye ber xwe dê divê hemû aliyên welatparêz divê bi awayekî cidî vê yekê bike rojeva xwe. Ev pêvajoyeke gelek bi derfete. Du aliyê vê hene: Yek geşedanên giştî yên herêmê ne. Ya duyemîn jî xala ku tevgera me hatiye lê sekiniyî ye.

Karayilan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li Rojavayê Kurdistanê dixwazin derbasî pêşiyê bibin. Derbas bibin jî dê encamê negirin. Rastiyeke ku êdî bûye civakî heye. Neçar man Başûrê Kurdistanê qebûl bikin. Niha jî têkiliya stratejîk ava dikin. Ew der federasyoneke kurde. Statuya wan heye. Çima li Bakur statu tunebe.? 20 mîlyon kurd li wirin. Li Başûr 5 mîlyon heye, dewlet wan nas dike, lê li Bakur nayê naskirin. Azadiya Rêber Apo, ji Kurdistanê re statur hedefa herî rojeviye. Em neçarin berbi vê bimeşin. Divê her kes destê xwe bixe bi kevir. Yanî her welatparêz, her jin, her ciwan, esnaf, karsaz û kedkar bizene ku ev pêvajoyeke dîrokî ye. Divê peywira xwe bîne cih. Ji bo çareseriyê me her rê ceriband. Divê di vir de jî em têbikoşin. Çareserî di berxwedanê de derbas dibe.”

Karayilan balkişand ser daxuyaniyên Erdogan jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daxuyaniyên wî li holê ne. Yanî ew jî nîşan dide kudivê em têbikoşin. Gerîla îro hamleyeke gelek dîrokî da dest pêkirin. Performansa gerîlayan bandorek mezin li ser me dike. Li ser min jî kir. Fedakarî û fedabûn pêşve çûye. Ev rewşeke gelek girînge.”

HERKES BILA PEYWIRA XWE BÎNE CIH

Karayilan wiha pê de çû: “Belê ruhekî fedayî yê mezin heye. Her kes dixwaze xwe feda bike. Ev ne yeke, ne du ye , ne sed e. Bi hezaran e. Ev ji bo serkeftinê derfeteke mezin e. Ji ber vê em êdî ber bi serkeftinê diçin. Lê di vir de divê gelê me çi bike? Divê ciwanên kurd bizane ku di vê pêvajoyê de rola xwe bilîzin. Ez bang li ciwanên kurd dikim: Ez pêvajoyeke dîrokî ye. Ev ne demeke ji rêzê ye. Divê em xwedî li peywirên xwe derkevin. Divê em tevlî bibin. Li cihê ku hun dimînin tevli têkoşînê bibin. Tevli gerîla bibin. Ev dem dema ku divê em xwe bi hêz bike ye. Divê em bi xew ve neçin. Pêşeroja me girêdayê vê ye. Yek eve. Ya duyemîn jî madem ku em di nava daxwazan de ned divê em ji niha de jî wan pêk bînin.

LI CIHÊN FERMÎ BI KURDÎ BIAXIVIN

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê wiha domand; “Ne ku bila dewlet îleh bide, ne ku bila ji niha bike. Ev çi ne? Belê em dibêjin ku jiyaneke du zimanî. Yanî bila kurdî jî bibe zimanê fermî yê duyemîn. Wê tu demê tu Kurdistanî, bila bi rayedarekî tirk re bi tirkî neaxive. Bila kurdî biaxive. Bila dewltê neçarî axaftina kurdî bike. Belê dewletê heta niha înkar kir lê ger ku dixwaze bi me re di nava aştiyê de bijî, divê bi kurdî biaxivin. Em ne li dijî tirkî ne. Binêrin ez niha tirkî diaxivim. Em bi her kesî re bi hemû civakê re tirkî dikarin biaxivin lê di merciyên fermî de em bi kurdî biaxivin.

BILA CIWAN NEÇIN DIBISTANAN

Ya duyemîn jî dibistan bûne mekanîzmaya asîmîlasyonê. Li dibistanan zihiniyeta ku zarokên ku me asîmîle dike mafê me yê perwerdehiya zimanê dayikê nade. Dibêje dersa hilbijarte. Hinek kes vê weke maf dibîne. Ev taktîkên vala ne. Na wisa nabe. Ev civakeke. Ev geleke. Paşerojeke wê ya dîrokî heye. Zimanekî wan yê dewlemend heye. Dê bi zimanê xwe yê dayikê perwerdê bibîne. Mafê wan yê herî mirovahî ye. Ev gel îro li cîhanê hatiye qebûlkirin. Lê Tikriye vî mafê nade nasandin. Mafekî mirovahiyê tune dihesibîne. Wê demê em zarokên xwe neşînin dibistanan. Bila ciwan neçin dibistanan. Bila salekî neçin dê çi bibe. Em neçin. Divê welatparêz êdî wisa tevbigerin. Ev tiştekî gelek girîng e. Madem em di pêvajoyeke dîrokî de wê demê divê em bînin cih. Her kesê ku dibê ez kurd im divê vê bîne cih.”

ZAROKÊN XWE NEŞÎNIN LEŞKERIYÊ

Karayilan diyar kir ku niha şer heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurd dibêjin em aştiyê dixwazin. Lê li aliyê din kurd he rroj zarokên xwe dişinin leşkeriyê. Belê tu kurê xwe dişînî wir û li wir di destê rantxwirê şer de dibe hêz. Ew jî nayê aştiyê. Me dît. Me ewqas hewl da. Wê demê divê kurd zarokên xwe neşînin leşkeriyê û dibistanan. Divê kurd bejin em zarokên xwe naşînin hemberî birayên wan. Divê red bikin. Helwesta xwe nîşan bidin. Divê bi vê helwesta xwe bikevin rojevê. “

Ya din divê kes neçe dadgehan. Kesê girtî ji xwe dibin girtîgehan. Ew cûda. Divê ew jî ji xwe kurdî biaxivin. Daxwaza parastina bi zimanê kurdî divê wateyê de gelek girîng e. Ez çalakiyan wan silav dikim. Di vê demê de mirov dikarin behsa du helwestên netewî yên girîng binin. Yek ji van eve ku girtiyên siyasî li girtîgehan helwesta xwe ya parastina bi kurdî nîşan daye. Divê mijarê de cesareta ku nîşan dane gelek girînge. Ya duyemîn jî helwesta ku di Nimêjên Îna Sîvîl de hatine nîşan dane. Ev helwesteke gelek bi rumete.”

Karayilan bi lêv kir ku divê têkiliyê bi dewletê re bên sînorkirin û razemenî neyê dayîn û wiha got: “Dibe ku li dijî vê cezayên mezin jî bidin lê ev dozeke dîrokî ye, ev dozeke civakî ye, ev dozeke netewî ye. Ji ber vê jî divê her kes vê rîskî bigir eser xwe. Divê fedakariyê bike. Divê girtî jî bi zimanê xwe biaxivin. Ancax çareserî wisa pêk bê.”