Karayilan: Em niha bi hev dişêwirin

Karayilan: Em niha bi hev dişêwirin

Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûrat Karayilan hevdîtinên li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên kirin nirxandin û got; “Niha em dikarin bêjin bi hev dişêwirin.”

Hevpeyvîna ku Mûrat Karayilan bi ANF’ê re pêkanî, ji bo hevdîtinên li Îmraliyê aşkera kir ku, “Li holê hewildanek û diyalogek heye, lê belê pêwîstî bi pêngavên pratîkî jî heye.”

Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûrat Karayilan pirsî ka dewleta Tirk dê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd pêngavên çawa bi avêje û her wiha di nav de pozîsyona Ocalan ya li Îmraliyê jî pêngavên bêne avêtin rêz kirin.