Karayilan: Em ê bê sistbûn plansaziya xwe ya 2013 bidomînin

Karayilan: Em ê bê sistbûn plansaziya xwe ya 2013 bidomînin

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan, ji bo hevdîtinên li Îmraliyê pêşniyara “pêvajoya hevdîtinên di navbera dewleta Kolombiya û rêxistina FARC’ê de” pêşniyar kir. Karayilan destnîşan kir ku armanceke din a vê hewldanê ew e ku di nava refan de bendewariyê çêbike û dixwazin di nava hêzên wan de sistiyekê pêk bînin. Karayilan got: “Ji ber vê yekê divê tu kes xwe sist neke, nekeve nava tu bendewariyan û divê tu kesek nebêje ‘hema a niha dê çareseriya demokratîk pêş bikeve.” Karayilan destnîşan kir ku ew ê plansazî û amadekariyên xwe yên ji bo sala 2013 bêyi sistbûnê bidomînin.

Karayilan derbarê hevdîtinên li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk tên de got: “Ger bi rastî jî dewletê biryareke cidî dabe û dê di vî warî de pêngavekê biavêje, em vê yekê bê bersiv nahêlin” û destnîşan kir ku lê dixuyê ku biryardariyeke wiha ya dewletê piştrast bike, tu tiştek tune ye. Karayilan di hevpeyvîna da servîsa Tirkî ya ANF’ê de hesabên dewleta Tirk, posîzyona tevgera Kurd, êrîşa li Licê û hin nîqaşên ku tên kirin nirxand.

Karayilan got: “Em alîgirê wê yekê ne ku pêvajoya hevdîtinê ji bo raya giştî bê aşkerekirin. Ya rast ev e” û ji bo vê yekê hevdîtinên aşitiyê yên ku li Osloyê di navbera Kolombiya û FARC’ê de pêk hatin weke mînan desntîşan kir. Karayilan got: “Pêvajoyeke weke hevdîtinên Kolombiya û FARC’ê ya li Osloyê dikare dest pê bike.”

Karayilan bi gotina “Divê gelê me û dostên me vê yekê bizanin” bal kişand ser axaftinên xwe û got: “Şert û mercên ku têkoşîna me îro bi dest xistine, bingehê pêşxistina hemleyeke berfireh û encamgir, bihêz bûye û şert û mercên wê zêdetir bûne. Dewleta Tirk vê yekê kêm an jî zêde dizane, an jî dibîne, lewma dixwaze pêşiya konsepeta xwe ya nû vebike û rêyên li hemberî hemleyên ku em ê pêş bixin bigire. Dewlet dixwaze bi vê yekê polîtîkayên xwe bimeşîne. Helbet her kes li gorî berjewendiyên xwe pêngavan diavêje. Hesabê dewleta Tirk dibe ku wiha be.”

Karayilan wiha domand: “Lê her çendî em di pozîsyoneke bi hêz de bin, em ê zêdetir bala xwe bidin ser çareseriya demokratîk. Ji ber ku em di nava sînorên Tirkiyeyê de stratejiya Komara Demokratîk û Kurdistan Xweser a Demokratîk dixwazin.”

Mûrat Karayilan got: ”Ger bi rastî jî dewletê biryareke cidî dabe û dê di vî warî de pêngavekê biavêje, em vê yekê bê bersiv nahêlin” û destnîşan kir ku lê dixuyê ku biryardariyeke wiha ya dewletê piştrast bike, tu tiştek tune ye. Karayilan diyar kir ku formulasyoneke ku Tevgera Azadiyê lewaz bike û li derve bihêle ya dewleta Tirk heye.

Got: “Îro PKK li herêmê aktoreke. Dibe ev manevra ji bo jêgirtina aktoriya PKK’ê be, ev yek jî bi awayeke cidî di rojevê de ye.”

Karayilan destnîşan kir ku armanceke din a vê hewldanê ew e ku di nava refan de bendewariyê çêbike û dixwazin di nava hêzên wan de sistiyekê pêk bînin. Karayilan got: “Ji ber vê yekê divê tu kes xwe sist neke, nekeve nava tu bendewariyan û divê tu kesek nebêje ‘hema a niha dê çareseriya demokratîk pêş bikeve.

Serokê KCK’ê Mûrat Karayilan ku got: “Dewlet dixwaze wisa nîşan bide ku bi Rêberiyê re diyalogek pêk hat û êdî pêvajoyeke nû hatiye destpêkirin” û hev hişyarî da: “Tişteke wiha tune ye. Ev xapandinek e. Ev propagandaya şerekî psîkolojîk e. Dixwaze bi vê polîtîkayên girseya Kurdan bikişîne aliyê xwe, hêzên demokratîk rêxe nava bendewariyê” .

Karayilan ev lê zêde kir: “Em ê di tu waran de nehêlin ku di têkoşîna me de tu sistbûn an jî guhertinek çêbibe, em ê bi awayeke berfireh hemleya mezin a 2013 li her qadê bidomînin û em qet dest ji amadekariyên xwe bernadin. Divê em ji bîr nekin ku armancek a şerê taybet ev e. Divê tu milîtan û welatparêz bi vê yekê nexape û bi awayeke baldartir tevlî têkoşînê bibin.” Karayilan destnîşan kir ku ew ê plansazî û amadekariyên xwe yên ji bo sala 2013 bêyi sistbûnê bidomînin.

Mûrat Karayilan bal kişand ser operasyona ku 31’ê berfanbara 2012 li navçeya Licê ya Amedê li dijî gerîlayên HPG’ê pêk hat û got: “Binêrin, weke her kesê gelê me jî dixwaze bi keyfxweşiyê bikeve saleke nû. Weke em dizanin dewleta AKP’ê 28’ê berfanbara 2011 Komkujiya Roboskî pêk anî. Di wê demê de gelê Kurd bi şînê ket sala nû. Niha 31’ê berfanbara 2012’ê li navçeya Licê ya Amedê cihê komek a gerîlayan tesbît kirin û bi awayeke bêwijdan, nemerd û wehşî bi ser wan de çûn û tune kirin. Dîsa 31’ê berfanbarê li dijî herêma Avaşîn êrîşeke hewayî ya berfireh pêk anî.”

Karayilan bang li ciwanên Amedê kir ku li hemberî vê komkujiya hovane tevlî nava refên gerîlayan bibin û bi vî awayî bersivê bidin û got: “Em bala xwe bidin ser: çawa ku di serê 2012 de Komkujiya Roboskî pêk hat. Vê carê jî komkujiya Çemê Alikê hat kirin. Vê carê çekên cûda bi kar anîn. Ev konsepta şereke psîkolojîke. Ev êrîş pir bi zanebûn li ser esasê konseptê tên kirin.”

Mûrat Karayilan bal kişand ser êrîşên li navçeya Sultangazî ya Afyonê li hemberî Kurdan û got: “Rola axaftinên Erdogan ên ku siyasetmedarên Kurd û gelê Kurd dike hedef, di zêdebûna van êrîşên faşîst de zêde ye. Dibe di demên pêş de jî êrîşên wiha pêk bên. Ji ber vê jî divê gelê Kurd ê li metropolan dijîn sîstema xwe ya parastinê pêş bixin.”